Qewlê çi sibeyek tarî ye Sibeyek ji tarî ye Karê wan û mirnê yî kirî ye Ka werin ji mere bêjin û xêrên, we ji mere kirîn çi ye? Sibeyek ji hale Ser wan bûye qîr û qale Ji mere bêje xîret û namûs çi heye li bale? Sibeyek şev e Birm e cîyê heqan û hisêb e Wan hisêb nîne ji mêl pêv e Bin Adem yî mal şirîn e Her roj,her roj vedihewîne Ewî hisab bi mirnê nîne Bin Adem yî zinêkar e Bi şev û roj yî guhdar e Lê emîn nebe yî şermezar e Zinêkar û kufar herdu buxtan e Li dinyayê belan e Li axretê diwindan e Heta nîva emrî li dinê bû Ji nîvê û paşî li ser rê bû Ji wê paşî tevlî dojê bû Di nîvê emir de îlm kir Li gel tolazên gundî xwe keşxe kir Ji wê paşî xwe ji axretê bê mefer kir Ka ew çavê li sertaserî? Ka ew dewra xweşbi te re dibuhrî? Te hisab nedikir dê çiye nav agirê gurî? Ka ew çavê te yê îşaret ê? Ka ew yarên te digirtin ji neyî, ji qewmiyet ê? Te hisab nedikir ji axiret ê? Birme baxê gula, gula sor ewicî Gul di baxan de qurmiçî Yî bê temenbû ne di dericî Birme baxê gula gul nav ê Dostên xwedê tên e silav ê Bê esil ketin e dav ê Gula bînin û bixemlînin Gulên baxa temen tê nînin Rezên bê şûrhe nehevînin Hatî cêşê atqat ê We heq nîne li vê qewmiyat ê Fexir gêle wê li pey me t ê Wan bigrin û bînin Hisabkin wan bihesibînin Ji telpên giran ew şûnve dimînin Zebêniyên zav vehizirîn Şîrê zirav seqa kirîn Ser nezana hizin û girîn Ew dembûsê giran e Şerqînî tê ser nezan e Dembûs heqê ruhê dizan e Behişt heye li ser xweşîya Tijîye ji telpên ewlîya Ew hemû xelkê dîn dinasîya Min li wê dîtin qesrên sor û sipî ye Telpên xasa li pişt telpên horî ye Ew hemû xelkê dîn nasî ye Ew çî dare şewiq pêv e? Nuxteke gehê ew yeke bi rêv e (nuxtek digehê, ew yeke birê ve) Sibebû dibû şêve Sebeb çî ye ew naçin ê Ew dewrana xweşbirin ji rûyê din ê Çend dimeşin nagehin ê Çendî dimeşin ber bi jêr e Ewan xwe ji alima vedişêr a Ew ji bê esla nedibûn têr e Alim yî fere ser sunet ê Ew gule li nav ûmet ê Ew dihesilîn e axiret ê Ew kî ye dibêje:Alima fêde nîne Ew însan di erifîne Ji axiretê dihesilîne Ew alim li qeda we ye Hukmê xweşli pêşiya we ye Di zêde bin fêda we ye Here û were xwîna te ye Darek li nîva hewşa te ye Merê lê xe fêda te ye Merê lê xe ne bi nezanî Ewê darê ber girt û xilfek dibirî Xilfê dikire erzanî Ew civate li pêşî mala we ye Wêda neçe ne rêya te ye Ew çi bêjin bê fêde ye Ew çi bêjin rêya dinê Kevlê giran qube li dinê Qesra zêrîn neqeb ketnê Xatira wî birayî Tev de rabin bi tebayî Temamî bi navê Şîxadî, Melik Şêxsin û Xwedayî Em di kêmîn û Xwedê temame  |