Afirandina kinyatê
Afirandina kinyatê � Zebûnekî min yî dil meksûr e Heger ji ba ezîz Melik Fexredîn bê destûr e Em dê medha din ji behrên kûr e Zebûnekî min yî kêm taqet e Heger ji ba ezîz Melek Fexredîn bê îcazet e Em dê ji behrên kûr din wesfete Li min cema dibûn babzer e Ji wê behrê din xeber e Tê hene durên cewher e Li min cema dibûn zerbab e Dê ji wê behrê din tebab e Behre, doje û qîr dinav e Medha bidin ji kitîr Textê tenê dibû emîr Ewe alim ewe xebîr Padşê min ji durê bû Hisnetek jê çê bû şaxa mehbetê lê bû Lê bû şaxa muhbet ê Li destê Sultan êzî heye qelema qudret ê El-hemdullah û şikr ez havêtim ser pişka sunet ê Aşiqa ew mîr dî û kir nas e jihev vavartin muhbet û kas e Kire riknê çendî esas e Kire rikin û riknî Dur ji heybetê hincinî Taqet nema hilgirî Taqet nema li ber bisebirî Dur bi renga xemilî Sorbû spîbû şefirî Dur bi renga geşbû Berê ne erd hebû Ne ezman hebû ne erşbû Ka bêje min padşê min bi kê re xweşbû padşê min xweşsuhbet e Li hev rûniştibûn muhbet e Padşê min li wê derê kir hedûsed e Padşê min hedûsed li wê çêkirin şerîét û heqîqet jihev cihê kirin Sunet mixfîbû hingî dahir kirin Sunet mixfîbû hingî kir diyar e Padşê min heqîqet nav de dihinare Gotê: ezîzê min, sunet li kû bû, li kû girtibû war e? Çî mewlayekî min yî hukim rewa mersûm nazil bû ji cewa Bi qudreta sura sunetê maliq westabû li hewa Bi qudretê maliq westabû sunet e Û bir jiber badşê xwe îcazet e Gotê:ezîzê min, me hizret muhbete Çî mewlayekî min yî hukim giran e Li nav van dana zor erkan e muhebet û xerzê nûrî dane wan bi nîşan e xerzê nûrî bab e Dû cewher ketine nav e Yek dile yek çav e Yek çav e yek ceger e padşê min da durê bi neder e padşa dizane kî li sere Qendîl ji bana nizilî,muhbet kete nav e Padşê min pê hilînabû çav e ka bêje min çî gote durê jê weryabû av e? Ava ji durê diweriya bû behir û pengiya Padşê min merkeb dibest û nav geriya Padşê min li merkebê dibû siwar e Padşaye û her çar yar e Tê seyirîn çar kinar e li lalişê sekinî, got: eve heq war e Heq ware û sekinîn Padşê min hêvên avêt behrê,behir meyînîn Duxanek jê duxnî, her heft asiman pê nijinîn Pedşê min ezman bûrast e Muhebeta ji qevde raste Padşê min cî dana text veguhast e Padşê min li ezmana kiribû sefer e Ew bû çar sefer kiribû ker bi ker e kire riknê çendî menber e Aşiqa we jê xeber da şaxekî dî jê ber da Kir e riknê çendî erda Erd mabûy behitî Xedûdekî xeditî Go: ezîzê min, erd bê wê surê natebitî piştî çil salî bi hijmar e Erdî bi xwe re negirtbû heşar e Heta Lalişbi nav de nehat xwar e Lalişku dihat e Li erdê şîn dibû nebat e Pê zeyînîn çiqas kinyat e Ku kinyat pê zeynî Çar qismet têk hincinî Axe, ave, baye û agirî Qalibê Adem pêxember jê nijinî şembû dana asas e Li în ê kir xilas e Piştî heft sed sal, heft sur hatin duran û kas e Piştî heft sed salan heft sur hatin hindav e Qelib mabû yî bê gav e Got: Ruhê,tu boçî naye nav e ? Ruhê got: Li ba aşiqa weha malûm e Heta bo min ji bana neyê şaz û qidûm e Nîveka ruhê û dilê Adem pêxember zor tixûm e şaz û qidûm hatin û hidirî Û nûra muhbetê hingivte serî Ruh hat û qalibê Adem pêxember şiyarî Adem pêxember ji wê kasê vedixwar û vedijiya Mest bû hejiya Goşt lê huriya, xwîn tê geriya Adem pêxember ji wê kasê vedixwar e Kerema wê kasê hate diyar e Lew Adem pêxember pênigijî pê dibû şiyar e Adem pêxember ji wê kesê vedixwar û pê xweştê Kerema wê kasê hat û gehişt ê Lew Adem pêxember hilgirt û bire behişt ê Padşê min yî reb El-semed e Ji Adem bûn coqet e Jihev vavartin heftî û dû milet e Bû bedîlê nûhê nebî ye Qewmek dê dahir be li dilê wan heye zebir kufrî ye Ew jî wê Xwedê xwe bine yaxî ye piştî wê hêwan ê Qewmek dê dahir be didil de namîne tirsa îman ê Ew jî dê xeniqin bi ava tofan ê Piştî wan bedîl e Qewmek dê dahir be ne yî edîl e Nuxtek dê nazil be ji qendîl e Wê li nav dahir be Birahîm Xelîl e Birahîm Xelîl ji nuxtek sadiq e Bi sê herfa dibû multeq e Heta xwedê xwe nas kir bi heqe Heta xwedê xwe bi heq naskir Li gel Azir, Nemrûd û senema bas kir Lew giyanê xwe ji kufriyê xilas kir piştî wan Xelila ye Îsaye û Mûsaye Mehemedê nû kamile Muhba wî dê hingivte hindek dil e Xetmê mîra seyîdê mursile Çend bedîl hatin û bihurî Çend xas hatin, min hijmêrî Siltan şêxadî ye, tace ji ewil heta bi axirî 
|