Titel: Afirandina kinyatê


Afirandina kinyatê �
Zebûnekî min yî dil meksûr e Heger ji ba ezîz Melik Fexredîn bê destûr e
Em dê medha din ji behrên kûr e
Zebûnekî min yî kêm taqet e Heger ji ba ezîz Melek Fexredîn bê îcazet e
Em dê ji behrên kûr din wesfete
Li min cema dibûn babzer e Ji wê behrê din xeber e
Tê hene durên cewher e
Li min cema dibûn zerbab e Dê ji wê behrê din tebab e
Behre, doje û qîr dinav e
Medha bidin ji kitîr Textê tenê dibû emîr
Ewe alim ewe xebîr
Padşê min ji durê bû Hisnetek jê çê bû
şaxa mehbetê lê bû
Lê bû şaxa muhbet ê Li destê Sultan êzî heye qelema qudret ê
El-hemdullah û şikr ez havêtim ser pişka sunet ê
Aşiqa ew mîr dî û kir nas e jihev vavartin muhbet û kas e
Kire riknê çendî esas e
Kire rikin û riknî Dur ji heybetê hincinî
Taqet nema hilgirî
Taqet nema li ber bisebirî Dur bi renga xemilî
Sorbû spîbû şefirî
Dur bi renga geşbû Berê ne erd hebû
Ne ezman hebû ne erşbû
Ka bêje min padşê min bi kê re xweşbû
padşê min xweşsuhbet e Li hev rûniştibûn muhbet e
Padşê min li wê derê kir hedûsed e
Padşê min hedûsed li wê çêkirin şerîét û heqîqet jihev cihê kirin
Sunet mixfîbû hingî dahir kirin
Sunet mixfîbû hingî kir diyar e Padşê min heqîqet nav de dihinare
Gotê: ezîzê min, sunet li kû bû, li kû girtibû war e?
Çî mewlayekî min yî hukim rewa mersûm nazil bû ji cewa
Bi qudreta sura sunetê maliq westabû li hewa
Bi qudretê maliq westabû sunet e Û bir jiber badşê xwe îcazet e
Gotê:ezîzê min, me hizret muhbete
Çî mewlayekî min yî hukim giran e Li nav van dana zor erkan e
muhebet û xerzê nûrî dane wan bi nîşan e
xerzê nûrî bab e Dû cewher ketine nav e
Yek dile yek çav e
Yek çav e yek ceger e padşê min da durê bi neder e
padşa dizane kî li sere
Qendîl ji bana nizilî,muhbet kete nav e Padşê min pê hilînabû çav e
ka bêje min çî gote durê jê weryabû av e?
Ava ji durê diweriya bû behir û pengiya
Padşê min merkeb dibest û nav geriya
Padşê min li merkebê dibû siwar e Padşaye û her çar yar e
Tê seyirîn çar kinar e
li lalişê sekinî, got: eve heq war e
Heq ware û sekinîn Padşê min hêvên avêt behrê,behir meyînîn
Duxanek jê duxnî, her heft asiman pê nijinîn
Pedşê min ezman bûrast e Muhebeta ji qevde raste
Padşê min cî dana text veguhast e
Padşê min li ezmana kiribû sefer e Ew bû çar sefer kiribû ker bi ker e
kire riknê çendî menber e
Aşiqa we jê xeber da şaxekî dî jê ber da
Kir e riknê çendî erda
Erd mabûy behitî Xedûdekî xeditî
Go: ezîzê min,
erd bê wê surê natebitî
piştî çil salî bi hijmar e Erdî bi xwe re negirtbû heşar e
Heta Lalişbi nav de nehat xwar e
Lalişku dihat e Li erdê şîn dibû nebat e
Pê zeyînîn çiqas kinyat e
Ku kinyat pê zeynî Çar qismet têk hincinî
Axe, ave, baye û agirî
Qalibê Adem pêxember jê nijinî
şembû dana asas e Li în ê kir xilas e
Piştî heft sed sal, heft sur hatin duran û kas e
Piştî heft sed salan heft sur hatin hindav e Qelib mabû yî bê gav e
Got: Ruhê,tu boçî naye nav e ?
Ruhê got: Li ba aşiqa weha malûm e Heta bo min ji bana neyê şaz û qidûm e
Nîveka ruhê û dilê Adem pêxember zor tixûm e
şaz û qidûm hatin û hidirî Û nûra muhbetê hingivte serî
Ruh hat û qalibê Adem pêxember şiyarî
Adem pêxember ji wê kasê vedixwar û vedijiya Mest bû hejiya
Goşt lê huriya, xwîn tê geriya
Adem pêxember ji wê kasê vedixwar e Kerema wê kasê hate diyar e
Lew Adem pêxember pênigijî pê dibû şiyar e
Adem pêxember ji wê kesê vedixwar û pê xweştê Kerema wê kasê hat û gehişt ê
Lew Adem pêxember hilgirt û bire behişt ê
Padşê min yî reb El-semed e Ji Adem bûn coqet e
Jihev vavartin heftî û dû milet e
Bû bedîlê nûhê nebî ye Qewmek dê dahir be li dilê wan heye zebir kufrî ye
Ew jî wê Xwedê xwe bine yaxî ye
piştî wê hêwan ê Qewmek dê dahir be didil de namîne tirsa îman ê
Ew jî dê xeniqin bi ava tofan ê
Piştî wan bedîl e Qewmek dê dahir be ne yî edîl e
Nuxtek dê nazil be ji qendîl e
Wê li nav dahir be Birahîm Xelîl e
Birahîm Xelîl ji nuxtek sadiq e Bi sê herfa dibû multeq e
Heta xwedê xwe nas kir bi heqe
Heta xwedê xwe bi heq naskir Li gel Azir, Nemrûd û senema bas kir
Lew giyanê xwe ji kufriyê xilas kir
piştî wan Xelila ye Îsaye û Mûsaye
Mehemedê nû kamile
Muhba wî dê hingivte hindek dil e
Xetmê mîra seyîdê mursile
Çend bedîl hatin û bihurî Çend xas hatin, min hijmêrî
Siltan şêxadî ye, tace ji ewil heta bi axirî



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=300