YezidentumNewsGalerienVereineJugendMenschenrechteGästebuchFAQLinksForumKontaktVideos


Duwa Sibê

Duwa Nîvro

Duwa hêvarê

Duwa li ser giyanê mirî

Duwa Dirozê

Duha Heyvê

Duwa Piştgirêdanê

Terqîn û nasîn

Duwa Oxirê

Duwa Mehrê

 

 

yeziden.de Duwa Dirozê   

Duwa Dirozê

Duwa Dirozê

Amîn, bi hîmeta Şemsedîn Nasirdîn Sicadîn, Şêşimse qeweta dîn
Siltan Şîxadî Tance ji Ewil heta bi axirîn
Ya Şîxadî Eleykelelam.
Mehderekê dixwazîn bi rehmeta Şîxadî,
bi reda Melik Şêxsin ber kerema Şêşims
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê berê Şêx Hemd, Hesin dina,
Hesin Pîrik, Îdrîsî xeyat li suka merîfetê
kirasêt malêt Adîya biqedrê malêt xelîfet kî
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê Celis û Riwaqêt Şîxadî,
kaf û mixarêt Şîxadî qûb û hilêlêt Şîxadî,
dergeh û dîwanêt Şîxadî bi qedir û qîmet
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê Şêx berkat, Şêx Misafir,
Şêx Mûsê enzelî,Şêx Simaylê enzelî,
Şêxûbekrê feqîr, Şêx Ebdilqadir, Sitiya Ês,
dîwana berê şibakê,
xasêt li ber Şîxadî biqedir û qîmet
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê Melik Şêxsin Melik Şerfedîn,
Şêx Birahîmê Xetmî, kaniya kulava,
pîr Şerefê mêravî-Hene û merhene,
biqedrê Mendê mal ava kî
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê çilê kaniya Spî,
Êzdîne mîr, Qubêt li bidor, Sicadînê Êzdîna,
Nasirdînê Êzdîna, Şêx Mendê fexra,
Xatûna Fexra, Fexrê Adîya,
çil Mêrêt axa Şîxadî,
xasêt li ber Şîxadî bi qedir û qîmet
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê Şêxalê Şemsa Şêxhevindê Şemsa,
Şêx Hesinê Şemsa Şêx Babkê Şemsa,
Amadîn û babadînê Şemsa,
Şêx Xidir û Şêx tokilê Şemsa,
Şems û Fexrêt Mîra, li dîwanêt feqîra,
yê li dahirê yê li Batinê,
xasêt li ber Şîxadî bi qedir û qîmet
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê mêrê Mergeha Şîxadî,
Hesil Meman, Mamed Reşan Hesin pîrik,
Hecî Mamed, Gavanê zerza,
çilê Şîxadî, çilê Melik Şêxsin,
xasêt li ber Şîxadî bi qedir û qîmet
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê xasêt Bêbanê, Hecî Elî li Baedirê,
Hecî Recebê bêristekî, Şêx Mişeleh xefûrê rêya,Şêx Hesen li Heseniyê,
ber kerema Şêx mamedî Doxatî, bi Hegî fêris kî
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê mêrê Tebeka, Şamê Şêx Rûmî,
Şingarî Boqedar, Baba Şêx Misrî Sirûgî,
Şêx aqilê Babî, Şêx Cemalidînê Ebrî,
Seydî Henan, Şêx kiras, Şêx qesab lugmedîn,
Şêx cemalidînê Baba, Hebîbî necar,
pîrê libina, ber kerema Siltan Êzîdê Şirîn
Ya Şîxadî Eleykelselam.
Bi qedrê dîwana Omer xala,
Zêwa Hesin Çinarî, Hecî Mamed li kifir zemanî,
Haciyalê momina, Hesnalika pîra, Hêşm pîra,
Mine bapîrê Moxdar,
Bi qedrê guhar zêr kî
Ya Şîxadî eleykelselam.
Bi qedrê çîyayê Mişetê, çîyayê Hizretê,
çîyayê Erefatê, dar û berê gelyê Lalişê,
ya Şîxadî çirêt te di gurrî bin,
simat û bisatêt te di dayîm bin,
rêya te û edewîyêt şerq û Şamê,
di ekber bin dewletî û xelîftî bin
hamû zemana dayîm bê qedem û qidumêt,
Tawisa Şîxadî, def û sibabêt Şîxadî,
ev duwa, ev diroze, li vî cî, li Êzdîyêt şerqû şamê di vekirî bin,
haweke sunetê, guh li bangê rehmetê
Sela yar û birêt axretê
Em di kêmîn Xwedê yî temam e


 

ŞIKOYÊ HESEN[1]


Bedil bei Gülistan Perwer Show


Gründung der Deutsch-Irakischen Juristenvereinigung e.V.


Serê kê li nav şerrê kê?


Şingala min


400 xaniyên nû bi ser ziyanlêketiyên teqîna terorîstî ya li Şengalê de hatin dabeşkirin


Diya hunermend Zubêr salih koça dawî kir


Die Eziden im Siegerland gedenken der terroristischen Angriffe auf die von Eziden bewohnten Städte im Nord des Irak.

Awaza Girizêr


Einladung - Podiumsdiskussion mit dem Fürsten von Ezidxan


Terroropfer von Shingal weltweit weitgehend »übersehen«


Masaj ji KOMKARÊ Ji bo amadekarên „Seva Bîranîna Cangoriyê Êzdiyan“


GAVA EM ŞEHÎDÊN KOMKUJÎ Û FERMANAN BI TIFAQÎ, DÎPLOMASÎ Û LOBIYAN BI BÎRNEYNIN, EWÊ BÊNE JI BÎRKIRIN


Die Yeziden bleiben neben den Christen und den Mandäern die am stärksten gefährdeten Iraker


Nivîsgeha Karûbarê Êzdiyan di salvegera qetlîama Şengalê de beyanameyek belav kir

 

    - top -