Titel: Duwa li ser giyanê mirî


Duwa li ser giyanê mirî

Ya Xwedê her tû yî û her tû yê hey û her dê hebî Ya Xwedê ne tû ji kesî û ne kes ji te ye
Êk firwarî, bê şirîkî,bê hevalî
Ya Xwedê te ne wekîle û ne kefîl e tû wê ligel hemû dem û heyam û bedîl e
Ya Xwedê tû dişkînî û tû dicebirînî tû behrêt giran di meyînî
Vê dinyayê bi kartînî Vî ezmanî bê stûn radwestînî
Tû bo me meseb û dînî
Sed xwezma bi wî giyanê bideyê û jê nestînî
Dê bi zor dereca gehînî
Tû vî mirî bi rehmînî
Em dikêmîn Xwedê yî temame



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=304