Titel: Qewlê Birayîm Pêxember


Qewlê Birayîm Pêxember Qewlê Birayîm Pêxember

Silavêt êkî mébûd e
Ne tehiyat hebû ne sicûd e
Bedîla Azir û Nemrûd e
Silavêt êkî dayîm
Li vê herfê ecîb mayîm
Da bidîn wisfetêt birayîm
Silavêt êkî bêrî ye
Keþîþekî di xewna xwede dîtî ye
Ewladek li nava þaristanê dê dahir bî ye
Ya keþîþo, tû dibêjîwe nabî
Ev diniya li min cema bî
Kesekî ji nemrûdê kafir mezintir nabî
wey li Nemrûdê kafir e
Wey li hermetêt bê mefer e
Zigê hermeta kelaþt û weled jê havêtine der e
Li ber qudreta qadirî
Ewî weledî ji nava þaristanê vavirî
Hevête bedena jina Azirî
Yî dêr û senem bî kafira bi destê xwe çêkirî
Sibeyike ji yên hedîd e
Xwedê teála fereca birayîm li wêde
Da milet û ûmet pê be zêde
Ya lawio têr bijî
Xwedê emrekî dirêj bide te û bijî
Da mekeh û medîne bi destên xwe binijî
Sibeyek ji yên xewlî ye
Birayîm Xelil ji day û babê xwe pirsî ye
Dayê ê Xwedê di hebînin kî ye?
Sibeyek ji yên bi fûd e
Ne tehiyat hebû ne sicûd e
Yala û day babê te di hebînin bi xwe nemrûd e
Ya dayê tu ne bêje birayîm yî tefal e
Xwedê min ne kujit ser îmana we înþalla û teál e
Îmana we pêgirtî ye betal e
Ne xêr tê hebû ne sewab e
Li axretê hemû li ser rûha we ye bi hisab e
Babê bi nav Azir e
Çû nik nemrûdê kafir e
Go: kujtina vî weledî fer e
Îro jiber hukmê îmana we çûye der e
Hûn biþînin birayîm bîn in
Keþîþa û Mela ber deyn in
Bo xatira Azir û senema vegêrîn in
Ewan þand birayîm anî
Go: tu tefalekî ciwanî
hukmê Nemrûdî ji erd heta bi ezmanî
Birayîm dibêje:
Ya Mîro heger tu rast siltênî
Baranekê ji sayê bo min bînî
Û rojê ji nîvro vegerînî
Û miryekî ji qebristanê hilînî
Ji ewê paþez dê ême ser wî dînî
Nemrûd dibêje:
Birayîmo ez di qarim û nakim
Baranekê ji sayê da kim
Û miryekî ji qebristanî ra kim
Û erd û ezmana firakim
Belê kesî nekirye û ez jî na kim
Bi wîkim êkî bi mûd e
Berî wî xaliqî bikim sicûd e
Ê distînê rûha Azir û Nemrûd e
Ya Nemrûd ez hatîme li gel te evî weledî bikujî
Pavêjiye nava agirî bikî rejî
Hêþta dilê min pê na sojî
wey li xafilên énkêr e
ewan mehdera Birayîm Xelîl bi xirabî digêr a
Hezar bar dar cema kirin ji bir a
Hezar bar da cema kirin
Pênsed sendoqên neftê lêkirin
Ji ew paþmencelîq bo Sara û Birayîm ker kirin
Wey li xafilên bê dîn in
Wê di înin û di gêrîn in
Mencelîqê bo Sara û Birayîm diþidîn in
Mencelîq kirbû kar e
Biryîm Xelîl ji destê rûha xwe mayî bê zar e
Wey li kafirêt énkar e
Birayîm Xelîl datînin li nav e
Birayîm Xelîl ji destê rûha xwe mabû yî tengav e
Ya rebî ez evdekî teme,
yî bê suc, yî bê guneh, yî bê binas
tu min ji agirê Nemrûd ê kafir bikî xilas
Dê li qurbaniya te kim çiqas, tiþtê li ber dilê min yî xas
Cibrayîlo qazidê melekê me´bûd e
Yî bê tehiyat e yî bi sicûd e
Gotê: Cibrayî agir li Nemrûd e
Cibrayîlo qazidê melekê érþe
Dora Birayîm Xelîl kire mêrig û çîmen,
sosin û beybûnêt geþe
Kafira wa dîtibû bi çav e
Agir buhijî bûye av e
Cibrayîl û Sara û Birayîm Xelîl li nav e
Kafira dinêra
Dît Emîn Cibrayîl û Sara û Birayîm divêkra
Li birik û kaniyêt cinetê digêra
Ew bû birik û kaniyên cinet ê
Xwedê teála fereca nebî simayîl li wê didet ê
Da dotmam lê biket hêcet ê
Rojekê Birayîm Xelîl ji mal çû
Sara li gel Hacer bi gal çû
Hacer ser hilîna û ji mal çû
Wey li dotmamê ez bim hêra
Girte ber xwe deþteke dûzî qêra
Go: Xwedê yî agehe ji þeran û xêra
Beriya me ji beriya rast e
Xwedê teála nesîbê me ji vê malê veguhast e
Xwedê doste li gel dilê rast e
Li ber qudreta pedþê min yî akber bû
Li wê çolê li wê Kerbela yê nebî Simayîl dahir bû
Kaniya sipî li ber pêya der bû
Ew kaniya nava deþtê
hinciyê nuqtek vedxiwar, sed kerem di gehiþt ê
................................
Serê bazirganî têt ji wê re
Yî mezine kasî ji kê re
Li Xwedê pêvetir cî halî vê re
Bazirgan hatin û di buhorî
..................
...............
Yî rehete û yî tênî
Yî kesirî û yî mirî
Û li derê kaniyê yî sekinî
Gelî bazirgana heger hûn xatira min dibîn in
Biþînin hindî û maletê xwe bîn in
Li derê kaniyê deyn in
Bazirganî xatira nebî Simayîl we dizanî
þandina hindî maletê xwe anî
Li derê kaniyê danî
Bi rojê sê cara di çûne mala nebî Simayîl bi mêfanî
Birayîm Xelîl mabû yî dilvekir
Hero siba radibû yî þikir
Ev ewladên me navê wî li dinyayê bî dikir
Nebî Simayîl yî dêm riçû ye
Hero sibê radibû ye
dikrî wî bi þamê ve çû ye
Nebî Simayîl we dibête
Dayê min qewî ji te þerme û fête
Her îro naqî babê min wê tête
Lawo ev bû babê te bi serê me anî
Em derkeftin ji wî þaristanî
Kî dizane babê te yî saxe an yî bi erkanî
Ev bû
babê te li ber me kirî
Em ji wî bajêrî derkirîn
Kî dizane babê te yî saxe an yî mirî
Nebî simayîl wa dirênte
Ê di qedimit derwêþek ji wêve
Ê reþdiket weke þêve
Birayîm Xelîl di qedimî dikir silav e
Nebî Simayîl ji keremê élêk veda ve
Ya Birayîm Xelîl tu ser serê min hatî û herdu çav e
Ya bikem hindav e
hey tevalo yî zir bav e
Çawa dizanî min çî nav e
Hey babo tu xasî
Tu bi xaliqê xwe kî û libasî
esil zara û kur bab nedîtî neket nase
Emîn cibrayîl nazil bû ji banî
Birayîm Xelîl dest li stûyî weranî
..............................
Ya Birayîm Xelîl emîn Cibrayîl rûha Nebî Simayîl ji te dixwazî
..............................
Birayîm Xelîl wê di gurmijî
Mîna hêtûneke gerim dilê wî disojî
Kê dîtîye bab weledî bi destê xwe bikujî
Em dikêmîn Xudê yî temame



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=306