Qewlê Sheqserî Qewlê Sheqserî Ji qewlê sheq serî Nesîhetêt vî bab zerî Gava mêvan hat û hidrî Cayîze ji pêþve bi þikrî Wekazî ji destî bigrî Nekû biçavekî bi kenî û bi êkê bigrî Wikî heft mirî jimalê mirî Gava mêvan hat ji der ve Cayîze rabî ji ber ve Nekû êkî nexwendî bê biser ve Nekû li xwe firakî zik Û bêye xwarinê bi rik Xelkê dora jî çav li nik Nekû li xwe bikî bixêrî Çoka li erdî rahêlî Cayîze li dor xwe û hevala binêrî Nekû li erdî biqûtî ejnû ya Û parî bideye nav pidû ya Cayîze pavê ye piþt sito û rû ya Çî ecêbeka dijwar e Mirovê xwarinê dixot yî pirgal e Xelkê dora jê yî þermezar e Fere li ser mêrê meclis ê Rojê sê cara li dîwana xwe bipirs ê Gelo kê xwarîye û kî maye birsî Mêro xudanê enyat ê Cayîze rojê sê cara pirs bikî ji civat ê Gelo kê xwarîye û kî maye û kî nehat ê Ez nebîn im mêrê beranî Wek eolaqa garanê hermeta bi tinê biçte karwanî Ez nebîn im mêrê bi tinê Û maka biket zin ê Û mêrê bin hûkmê jin ê Ez nebîn im kalê bi kezî Û keçka ban bi ban Û hermeta dang û daman rizî Ez nebîn im kalê biket enoþ Û sola bi biþkoj û hermeta binvê bi roj Ez nebîn im warê ber bi zinar Û sala dû behar Û kalê biguhar û pîre jina bi yar Ez nebîn im ava bi dar pirik Û hermeta bi çînçirik Û malxweyê malê kepû girik Ez nebîn im dewê tirþê lîna Û tayê kevne kona Û hermeta bela..bela biçe þîna Ez nebîn im kalê panî pind Û derwêþê rind Û mêvanê mal li gûnd Dilê min bi sê kesa nasojî Mirovê bi hal bit û bê eyîþbijî Mirovê korebê û destê xwe bi xenayê birêjî Mirovê pîremêrbê li ber kuçkê xwe derheqê alemê bêjî Hey hêstir ji eslê kerê Darekî binê û êkî serê Her dê zivirîye ser eslê berê Hêstir di kerbabin Li meydanê ranabin Qelsebab qet çênabin Heke qelsebab bûn çê ye Rojeke û dûye û sê ye Her dê zivirne ser eslê babê ye Xûdan esl ez bim gorî Û bêesil wekî kerê sito bi morî Ew bê xwendin dihajone serê jorî Wil li bê eslê bê nebî Gava diber xweda dîtin kiras û kefî Divê ewî jî kurte xulamekê xwe hebî Wil li bê eslê bê sinyat e Gava derfetê wî dihat e Xiyale goþtê laþê xwe dixwat e Heke bê esil siwar bû Û biser sîbera xweda xwar bû Heke xudan ûcax, li serî nedin, harbû Xudan esil tû rûnê serê jorî Heke tû yî bi miskî yî bi enberî Ew bi xwe dê bang ket û dêrî Deyn meke deravek Hevraz meke gavek Nanek heye îro nede bi gavek selefxwer yî bê sewab in Nivêjê wan dê dibê duwa bin Mer beçêt wan dê ne direwa bin Wey li selef xwerêt bê dîn Di zikî de heye kerb û kîn Taliya wan, yan ye har, yan ye dîn Min gelek li vê dinya yê dîtin tê risik Li pê malê xwe bûne disik Ji xirabiya û vênîya, lê weryan rih, birho û bisik Min gelek li vê dinyayê dîtin keda yî Xwedê malek dayê bi paþa yî Talîyê ewjî xirab bûn ji ewlîya yî Heke dû mêra kire hîkayet e Û ber bûne êk bi þikayet e Dê ji destê wan tenabe welat û ber welat e Heke havîne û heke zivistan e Mêrê biçe dîwan e Cayîze li pê biçin sifir û nan e Heke tû kesekî bi bînî Xêrekê vêre bigehînî Nebêjê tû ji kî dînî Heke te xêrek da bî Û bi avakê re berda bî Li nik Xwedê her hinda na bî Çêkin birano çê kin Pêþbara dipêþîya Xwede virê kin Bo xwe ciyekî li wê dinê çê kin Bila hûn yit weyî bin Bi xof û namet û bi bîh bin Hûn tebay xelkê gehî bin Da hûn tebay xasabin, Nehûn tebay xamiya bin Da her û her li xweþiyan bin Ji þêfe xir bigrin þîret a Edeb û êqîn û keramet a Da li dinê bijîn bi selamet a Ji milka aþ Ji bacêra simtraþ Ne çe dîwana mêrê bero paþ Kîj ne war e Bela lîsik ne behar e Qêrat ne dar e Ez nebîn im olaqa loq loqo Û hermeta tîq tîqo Û mêvanê bêje mêvanî mayo Xwedê xirabket malêt bê bexta û éwana û beygo Hûn hemû bêjin amîn hero û hero Em dikêmîn Xwedê yî temam e  |