Qewlê silavên Melik Fexredîn
Qewlê silavên Melik Fexredîn Qewlê silavên Melik Fexredîn 1-silavên Melik Fexredîn ji were tên Ber behrên kûr tên Telebê Melkê Xefûr tên 2-Silavên Melik Fexredîn ji were tên Ji baxa nîşan tên Telebê Melkê rehman tên 3-Silavên Melik Fexredîn ji pedşê min nabûhir e Hinciyê fehim û aqil diserî de hey her û her e Ewê nesîheta yar û birên axretê çak hilgir e 4-Riya Êzî min da destê nezan a Ew pê xebîr nebûn bi çû erkan a Loma jiwan nakim heqê wan e 5-Padşayê mino yî bêriye Hawirî şaran û riye Dayîm rûhên momina dihijmêriye 6-Ev fikre fikreke bi taqet e Her çî rûha ebadet û miçadet e Ew rûhe li ba xwedê bi îzet e 7-Heqe em bifikrîn Pêşheft qapîya bibuhrîn Ji nû paşli dîwana mîr bi wesilîn 8-Ez bir me dîwana mîr Dana ber min Şêx û Pîr Birme hizreta melikê Celîl 9-Ez birme ma wiya(ba wiye) Hinciyê xebîr nebû bab cimetîya Dê kêşne destê zebênya 10-Ewin zebênyên bi sifet e Natirsin ji çû milet e Xeyrî birayê axretê bi taqet e 11-Ewin zebênyên pir xedar e Ewin bigazî û hewar e Bi kes re na axivin bizar e 12-Dibêjme we xwedanên kura Wê dihajone tarîya mûxtara Zêdetên gunehkarên bira 13-Dibêjime we xwedanên gûneh kara Riya yar û birên axretê nekin bazara Ciyê wan dojeye û devên mara 14-Gelî bira tirsa min ji wê ye Banga min ber mewlê ye Ya xwedê horî têne rê ye 15-Tirsa min ji wan e Horiya xêl hilanî serçavan e Bûne dav û çûn pêşiya xasan e 16-Ewin horiyên giran e Ewin birqên çirana Dibine dav û diçin pêşiya xasane 17-Ezîzê min em yên hatin Bi riya padşay xebatin Horiya em ne diaxavtin 18-Li ezmana bûye bangadîn Li naf xasa bûye şayî û mizgîn Wê hatî Ezîz Melik Fexredîn 19-Li ezmana bûye xeber e Horî xemlîn kesk, sor û zer e Wê hatî Fexrê bab zer e 20-Ez birim nav wan cindî ya Hatine pêşiya min telebên ewliya Dîndara siltan Êzî bi tenê ye eslî ye 21-Ezîzê min em bite ne dienkarî Xafila û gûnehkara pavêje dojê û devê marî Em û horî jêk nayên vavarî 22-Heger te divê bigehiye miraza Riya siltan Êzî bike cad e Da li roja axretê hemû karên te, li ser halê te bibin şehd e 23-Hinciyê bi feqîra ne gohdêrî Jê nîne hûkmê yek yî bêrî Kû emaneta Xwdê vê nesipirî 24-Riya siltan Êzî bihevîn e Xasa pê hatî bawer û eqîn e Mîro muhbeta Xwedê gelek şirîn e 25- Ev fêniye fêniyek xedare Zora terik kirin male Çûn û axret kirin ji xeyale 26-Zora malên xwe terik kir in Ria siltan Êzî çak bigir in Da bi silametî bibûhir in 27-Bexda şarê kibîr e Demê Xelîfe dibû mîr e Wê rojê Behlûl yî xwe gehande feqîr e 28-Demê Melik Fexredîn (Behlûl)dî, kir nas e Gelî mîra çoyî nebêjne çû Xas e Padşê min xaliq kirî hezar û yek libas e 29-Bi riya Xwedê bibin xebîr Şîreta yar û birên axretê nekin jibîr Da li axretê bêjne we pîr 30-Li riya Xwedê nebin xerfê Hinciyê li rast riya xwe ne bi xof bê Hiske bila bibe Heywanek kûvî 31-Hat çarşembuya serê Nîsan ê Hat Temûza îman ê Hat xebera wê dîwan ê 32-Hat xebera wan derwişa Li dîwana, ji mêr û muhbeta geliyê Lalişê dikêşa Xaflên vê dinyayê şîr lê dikêşa 33-Hat cewaba van pîra Desta didin ser letan û herîra Li vê dinyayê direvin refên xenzîra 34-Ewin xwedanên herîr û leta Ewin xwedanên cindî û coqeta Li vê dinyayê direvin refên bê mirweta 35-Sidiq û sena sindirûk û periyên zêrîn e Xafila behir tê nîn e.............. 36-Sidiq û sena li nav wan çêbû zor heybet e Xafila êwrandin ziyaret e .................. 37-Birano sindrûk a best kirî miraz a Ewin cindîyên deliq û tanc û miraz a Xafila bi ziyareta avakirî merz a 38-Ev kare karekî bi taqet e Navda çêbû zor heybet e Xafila êwarandin ziyaret e 39-Melik Fexredîn dîn go: Dilê min natirse ji vî Qewlî Bayi hat û bir toz û xizanî Kiriyara me û hazir û gûhdêran hebe li vî Qewlî Li wê rojê li wê mehderê Em dikêmîn Xwedê temam e 
|