Titel: Qewlê silavên Melik Fexredîn


Qewlê silavên Melik Fexredîn Qewlê silavên Melik Fexredîn

1-silavên Melik Fexredîn ji were tên
Ber behrên kûr tên
Telebê Melkê Xefûr tên
2-Silavên Melik Fexredîn ji were tên
Ji baxa nîşan tên
Telebê Melkê rehman tên
3-Silavên Melik Fexredîn ji pedşê min nabûhir e
Hinciyê fehim û aqil diserî de hey her û her e
Ewê nesîheta yar û birên axretê çak hilgir e
4-Riya Êzî min da destê nezan a
Ew pê xebîr nebûn bi çû erkan a
Loma jiwan nakim heqê wan e
5-Padşayê mino yî bêriye
Hawirî şaran û riye
Dayîm rûhên momina dihijmêriye
6-Ev fikre fikreke bi taqet e
Her çî rûha ebadet û miçadet e
Ew rûhe li ba xwedê bi îzet e
7-Heqe em bifikrîn
Pêşheft qapîya bibuhrîn
Ji nû paşli dîwana mîr bi wesilîn
8-Ez bir me dîwana mîr
Dana ber min Şêx û Pîr
Birme hizreta melikê Celîl
9-Ez birme ma wiya(ba wiye)
Hinciyê xebîr nebû bab cimetîya
Dê kêşne destê zebênya
10-Ewin zebênyên bi sifet e
Natirsin ji çû milet e
Xeyrî birayê axretê bi taqet e
11-Ewin zebênyên pir xedar e
Ewin bigazî û hewar e
Bi kes re na axivin bizar e
12-Dibêjme we xwedanên kura
Wê dihajone tarîya mûxtara
Zêdetên gunehkarên bira
13-Dibêjime we xwedanên gûneh kara
Riya yar û birên axretê nekin bazara
Ciyê wan dojeye û devên mara
14-Gelî bira tirsa min ji wê ye
Banga min ber mewlê ye
Ya xwedê horî têne rê ye
15-Tirsa min ji wan e
Horiya xêl hilanî serçavan e
Bûne dav û çûn pêşiya xasan e
16-Ewin horiyên giran e
Ewin birqên çirana
Dibine dav û diçin pêşiya xasane
17-Ezîzê min em yên hatin
Bi riya padşay xebatin
Horiya em ne diaxavtin
18-Li ezmana bûye bangadîn
Li naf xasa bûye şayî û mizgîn
Wê hatî Ezîz Melik Fexredîn
19-Li ezmana bûye xeber e
Horî xemlîn kesk, sor û zer e
Wê hatî Fexrê bab zer e
20-Ez birim nav wan cindî ya
Hatine pêşiya min telebên ewliya
Dîndara siltan Êzî bi tenê ye eslî ye
21-Ezîzê min em bite ne dienkarî
Xafila û gûnehkara pavêje dojê û devê marî
Em û horî jêk nayên vavarî
22-Heger te divê bigehiye miraza
Riya siltan Êzî bike cad e
Da li roja axretê hemû karên te,
li ser halê te bibin şehd e
23-Hinciyê bi feqîra ne gohdêrî
Jê nîne hûkmê yek yî bêrî
Kû emaneta Xwdê vê nesipirî
24-Riya siltan Êzî bihevîn e
Xasa pê hatî bawer û eqîn e
Mîro muhbeta Xwedê gelek şirîn e
25- Ev fêniye fêniyek xedare
Zora terik kirin male
Çûn û axret kirin ji xeyale
26-Zora malên xwe terik kir in
Ria siltan Êzî çak bigir in
Da bi silametî bibûhir in
27-Bexda şarê kibîr e
Demê Xelîfe dibû mîr e
Wê rojê Behlûl yî xwe gehande feqîr e
28-Demê Melik Fexredîn (Behlûl)dî, kir nas e
Gelî mîra çoyî nebêjne çû Xas e
Padşê min xaliq kirî hezar û yek libas e
29-Bi riya Xwedê bibin xebîr
Şîreta yar û birên axretê nekin jibîr
Da li axretê bêjne we pîr
30-Li riya Xwedê nebin xerfê
Hinciyê li rast riya xwe ne bi xof bê
Hiske bila bibe Heywanek kûvî
31-Hat çarşembuya serê Nîsan ê
Hat Temûza îman ê
Hat xebera wê dîwan ê
32-Hat xebera wan derwişa
Li dîwana, ji mêr û muhbeta geliyê Lalişê dikêşa
Xaflên vê dinyayê şîr lê dikêşa
33-Hat cewaba van pîra
Desta didin ser letan û herîra
Li vê dinyayê direvin refên xenzîra
34-Ewin xwedanên herîr û leta
Ewin xwedanên cindî û coqeta
Li vê dinyayê direvin refên bê mirweta
35-Sidiq û sena sindirûk û periyên zêrîn e
Xafila behir tê nîn e..............
36-Sidiq û sena li nav wan çêbû zor heybet e
Xafila êwrandin ziyaret e
..................
37-Birano sindrûk a best kirî miraz a
Ewin cindîyên deliq û tanc û miraz a
Xafila bi ziyareta avakirî merz a
38-Ev kare karekî bi taqet e
Navda çêbû zor heybet e
Xafila êwarandin ziyaret e
39-Melik Fexredîn dîn go:
Dilê min natirse ji vî Qewlî
Bayi hat û bir toz û xizanî
Kiriyara me û hazir û gûhdêran hebe li vî Qewlî
Li wê rojê li wê mehderê

Em dikêmîn Xwedê temam e



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=309