Qewlê Shêxûbekir
Qewlê Shêxûbekir Shaxa 1 Dewrêşo serê xwe ji xema hilîn Borê linga betilîn Cindî çûn dîwana mîr wesilîn Cindî çûne hedretê Xas natirsin ji hêbetê Milkê xasa baxê behiştê Di behiştê de maşxwer bûm Dilqekî morî li ber bûm Mezine meydanê meydanê melekanî goger bûm Gogero ji meydan ê Cindî xwedanê sebrê û sikan ê Nefsa mezin bigrin û bavêjin zîndan ê Seyîdê min sîyar be berê çê ye Mezinê meydanê, meleka dengê wan gogera tê ye Dengê wan gogera tê gaze gaz e Kifişbûne pisê pilingan û baz e ..................................... Ya siltan Êzî,teyî hunir im Piştî te deyn dikir im ..................... Deyn dikim goyî digerîn im Şa dibim, deng hiltîn im Kengê dîndara siltan Êzî bibîn im Kengê bibînim wê dîndar ê Ezim kulîlka bihar ê Rûniştime,li gel yar û birê axretêra dikim bazar ê Bazara min,bazara mî ra Kengê dîharbim alîyê feqîr a Dihêra nagihîjime binîya sûkêr a Xweşevd,dewrêşhebîb,dehirin Momina dil kesirîn Destê siltan êzîd ji heqîyê hatîyê, ji neheqîyê dibetilî Momina şabû dil e Çavekê didim enzel e Destê siltan Êzîd heqîyê hatî ye, jineheqîyê dibetil e Çi dewrêşekî ev hal im Hin têcirim,hin delal im Hin sûkim,hin seval im Miştaqê dîndara sultan Êzîdê xwe van duran im Çi dewrêşekî niham e Xilfekî nûyî gîham e mîr-melekavanî reng dam e Mir-meleka we dibêt e Pêşwe ve agire gure û pêt e Ewan jî sibe êvara, qismetê xwe padşayê xwe dibêt e Çi dojeke xedar e Tijî mişke û tijî mar e Ew cîyê xelqê selefxurî inkar e Çi dojeke teng e Tijî mişke,tijî mare û tijî piring e Ew cîyê xelqê selefxwer î, inkarî û leng e Gelî mêra bixebitin neçine wê ye Keledûkê jê hildikşê ye Ewana jî sibe êvara, qismetê xwe ji padşayê xwe dibê ye Rîya siltan Êzîd raste, ne xwar e Her çî kesê bi mala Adîyan re kerbî,kînî,kar e Roja axretê orta wan û sultan Êzîd de, heyştê hezar diwar e Rê ya siltan Êzîd raste, ne biçûk e Herçî kesê dilê xwe mala Adîyan re neke sûk e Roja axretê ne dive zava,ne dibe bûk e Rê ya siltan Êzîd raste ne bi nehîn e Her çî kesê mala adîyan re kerb û kîn e Roja axretê orta wan û siltan Êzîd de heyştê hezar çîyayê berfîn e Qelso,gîhanê xwe lez k e Tê bîna mawer û misk e Binhêr padşayê min çi efrandî ye: kasa kesk e Kasa tirîyê reş e Nazil bûye erş e Xasa vexwarî ye, xafil kirin,pê nexaş e Kasa tirîê sor e Nazil bûye jor e Xasa vexwarî ye,xafil kirin ... Kasa tiriyê spîyê Nazil bîye erşê êriyê Xasa vexwarî ye,xafil kirin,pê kifiriyê Kasa na ji tirîyê Melek Şîxisin ji xwiya enîya xwe çê kiriyê Xasa vexwarî ye,xafil kirin,pê kifirî yê Kasa tirîyê mêwa Eyneta wê eyneta dêwa Mirov vedixun,xafil diçin pêva Temametî Şîxadî Em kêmin,Şîxadî temame Şîxadî bere,ber diçe cew û cober û kanî Xasa xas zan in Xafil korin,manîya vî qewlî nizan in
Qewlê Shêxûbekir Shaxa 2" Qewlê Şêxûbekir "Şaxa 2" Kengê bê mizgîn e Coqê tu rave rihîn e Telebê gelîyê Lalişê yî şîn e � Kengê qalibî kar kir Sîtil mermer xwe şîxadî bar kir Dilê edeba şan û şa kir � Me bîca,me bîcoq e Mîrê mezin hildabû toq e Dilê edeba şan û şoq e � Me dîharê vê buhu· tê Çi dîndareke li me xwe· tê Çi cindî bû libsê reş lê � Gelî yara,wel xeber Buhuştê geriyame yek ser Quba keske herê bi zer � Quba keske herê bi zer in Kerameta Melek Şîxisin,Melek Ferxedîn � Difiricîm ji qub a ji mêra ji derg a � Difircîm qubê bi nûr Lalişe geliyê bi kûr � Geliyê Lalişê nav e Zar meda,ruh av e � Sed silavê me silav ê Silava me sival xêr ê Me ruhê kanîya spî, qalibî lêvê(bijart jê re) � Dilê min ha keser kî Hesepîrk heta dergê xwe kî Ya Sultan Êzdîd tu diser, hazir û gudêra de neder kî � Keser kir reşê pîr a Cew di rewaqê mîr a Lê şima kir feqîr a � Feqîr me dîtin li mitêc Tacê holdarê tac û poş Evê kasê vexwe sed car te noş � Dergê berê wî rohilat ê Dilê min şaya xem tê Tema·ey Qubildorî kobe next ê � Dergê berê wî Roj ava yê Xwaziya bihêwriyame nav ê Yar birê axretê re bikira silav ê � Sed silavê me silav ê Silava me ji dîwan ê Bi merberxê,bi ·îlan ê Ciyê dandolê den ê � Rewaqê,rewaq ê Sêsed û şêst û şeşfind û beysûs dişxulin hew a Çiqa qubleta mêrê Êzîdî heye,temam ew e � Rêzê stûna derarw a Ya Şîxadî,tu bînaya herdû çav a � Şêxsin şêxê şewat ê Go:"Gazî kin,mêrekî al bê, rûnî ser mûsat ê" Şemis bang da; go:"Gelî mêra,werne simat ê" � Simat,simata sebûr ê A bê qale,bê qîr ê A bê rêye bê bertîl ê Sidqê sêvîl û delîl ê � Hatime ziyaretî bikim e Sicudayî ber dibûm e Her di peyê Şîxadî,her di çavê xwe didûm e � Îlahîyo tu mirazê me zû bikî Xweziya biçûme wan qesra,wan sindirûka Biwemliyame şivêtê nebûkaSûk,sûka rengalo Ber diçe birq û birû Jê diçe find û beysûs � Fikarekê da dimam e Bîra min cîyê mîr Xidir,lêbê silav e � Wekî mîr xidir mîr bîya wevil wexîr xebîr bîya Feha dikim seydê wî nav li mîr e � Feha dikim seydê wî nav li Hemed e Ya Şîxadî,mêr dixwazin rêd a � Mamere·an mêrekî sîyar e Qamçîyê wî mar e Pêşberî mêrava kir hinar e � Ay,ay,ay,ay,ay Ay dinalim,ay dinalim ji birîn a Banga xwe dikim Şemsê Êzdîn a ya Şîxadî, dergê şerfedîn e � Ay dinalim, birîna min ji dil e Ay dinalim, dawasil e Banga xwe dikim dergê Fadil e � Ay dinalim,birîna min ji mêlak ê Dikalim şifaetê, berxê ji ber mak ê Ya Şîxadî,dergê şewak ê(şeqet ê)
Qewlê _Shêxûbekir Shaxa 3" Qewlê şêxûbekir "Şaxa 3" Dewrê·o, ji serê xwe xema hilîn e Borê niga betilîn e Cindî çûne dîwana mîr hasilîn e � Hasilîn ji qudret ê Xas natirsin ji hêwet ê Milkê xasa li baxê cinet ê � Cinete maşxur bû Eyneta deyn nekiri bû Piştî yarê xweyî gogir bû � Go: Dikim digerîn im Şadibim dengê xwe hiltîn im Ya sultan Êzî, miştaqê teme, hatime dîndara te bibîn im � Dibîn im wê dîndar ê Ezim kulîlka serê buhar ê Yar û birê axretê hatine bazar ê � Bazar dikin ji mir a Bernedin xinênî fênî îr a Padşê min xelat kirne miftan û kilîl a � Çi dewrêşekî ha ye Xilfekî bê guha ye Horî meleka reng pê da ye � Çi derwêşekî gedahî Ewî xweşû şayî Dîwana îlahî � Çi derwêşekî rê bû Xewasê behrê bû Miştaqê sultan Êzî ji wê durê bû � Çi dojeke xedar e Tijî agir û mar e Cîyê xelqê selefxurî inkar e � Çi dojeke teng e Tijî agir û piling e Cîyê xelqê selefxurî, inkarî leng e � Got: Gelî bira kar kin,neçine wê ye Kêlendûkê lê hiltê ye Sibê êvarê risqê xwe ji padşê xwe bibê ye � Xweş erfût Dewrêş Adem lê dehirî Momina dil pê kesirî Roja axretê heqê wan dest Sultan Êzdî neheqîyê da � Erkano hefî jor e Go.Sultan Êzî xwendîyê xeta mor e Go.Sultan Êzdi çi herfe kasa sor e � Sultan Êzî we dibêj e Anîna dînê xwe diparêze ji çî ye Çi herfe ji kasa sipî ye � Rîya Sultan Êzî raste,ne nihîn e Herçiyê ber mala Adîyada kerb û kîn e Roja axretê orta wanda hezar û heft çîya berfîn e � Rîya sultan Êzî raste, ne xwar e Herçiyê ber mala Adîyada kerbû , kîn û qal e Roja axretê orta wanda hezar û heft çîya,dîwar e � Rîya Sultan Êzî mezine, ne biçûk e Herçiyê mala Adîya dilê xweda neke sûk e Roja axretê ne dibe zava, ne dibe bûk e � Dilê min wê yekê muhtac e Çi dewrêşekî rewac e Berkirina Şîxadî birq û tac e � Şîxadî xerqe li ber kir Tacekî reşî nûranî li ser kir Hêja feqîra lê sefer kir � Lê seferkir feqîr a Herçiyê terikandine xinînî fênîyê îr a Ew jî bûne maşxurê mîr a � Padşê min hin maşe, hin meda ye Şîxisin mistefa ye Hemû derda bû afa ye � Bû afayê hemû derd a Herçiyê yar terêqa Şîxadî xeberd a Ajot mezin meydanê, ba melekê serd a � Ajot mezin meydanê, meleka ser e Herçiyê vî qewlî bê bawar e Alemetê mala Adîya here, hetanî her e
Qewlê Shêxûbekir Shaxa 4" Qewlê Şêxûbekir "Şaxa 4" Derwêşo, serê xwe ji xema hilîn Borê linga betilîn Cindî çûn mîr wesilîn � Wesilîne wê hedret ê Xas natirsin ji hêwet ê Milkê xasa li baxê cinet ê � Ji cinetê ma·xor in Eyneta deyn dikir in Piştî yar û birê axretê hol dikir in � Hol kirne meydan ê Paşayê min xwedanê sebrê û sikan ê Milê nevsa kubar girtin dahiştine zîndan ê � Go gerem gog digêr im Şayîme deng hiltîn im Hatime dîndara Sultan Êzî bivîn im � Heq bibînim wê dîndar ê Kulîlkeke şîn bûme ser bahar ê Yar birê axretê re bikim vê bazar ê � Bazare li mîr Ez xedîrim menîyan û kêra Destê Sultan Êzî kotele ser şeran û xêra � Derwêşekî bav halim Xay sûkim,xay sewalim Xay têcirî,xay dela im � Derwêşekî li rê me Xewasê behrê me Muhtacê dîndara Sultan Êzî, wê durê me � Derwêşekî zergûn im Hatime heq rîya şîxadî haq bivîn im Ne motacê xelqê derewîn im � Derwêşekî ha me Tilifekî nûr baha me Mêr û meleka ha reng dida me � Mêr û meleka ha reng dibê te Pê·îya wana agir doje, gur pê te Ewan jî risqê xwe ji padşayê me divê te � Ew çi dojeke xedar e Tijî agire, tijî mar e Ber diçe xelqê selefxurî enkar e � Ew çi dojeke teng e Tijî agir, tijî piling e Ber diçe xelqê selefxurî berdonekî leng e � Sultan Êzî hat hedirî Momino dil kesirî Werin,binêrin Sultan Êzî çi afirandiye ji kasa sipî � Sultan Êzî erkanê heyfan û cora Me xwendîye xeta more Werin,binêrin Sultan Êzdîd çi afirandîye ji kasa sore � Rîya Sultan Êzî raste, ne nihîn e Kesê li ber mala Adîya bigere qal û kerb û kîn e Roja bandê orta wan, Sultan Êzî de, heyştê hezar çîyayê berfîn e � Rêya Sultan Êzî raste, ne xwar e Kesê ber mala Adîya bigere kerb û kîne û qal e Roja bandê ortê wan,Sultan Êzî de, heyştê hezar cot dîwar e � Rîya Sultan Êzdîd mezine,ne çûke Kesê ber mala Adîya bigere qale,kerbe,kîne,sûke Roja bandê ne dibe zava, ne jî bûke.
Qewlê Sêxûbekir "saxa 5" Qewlê Şêxûbekir "şaxa 5" Aşiq û maşûqên kurî Me yarek divê li vê herfê yî mukur ê Ka dur ji padşaye yan pedşa ji dur ê Aşiqê êrif yî çêy e Teftêşa me ji wê cewabêy e Ka dur ji padşaye, yan padşa ji durêy e � Aşiqê êrif yî zan e Werin ji min re bidin beyan e Dur texte û padşa lê girt mekan e � Padşê min dur ji xwe çêkir Seyrî seyran lê kir Sêwirî û ber pê kir � Padşê min dur ji xwe vavar e Dur qendîleke maldar e Qendîlê nûr sitar e � dur ji kilîma padşêy e Xerge derketî jêy e Dayîm mêra silav lêy e � Şêxubekir got: Ezîzê min, ji mêje li vê herfê hewcem e Çiqas zêr û malê pir pê dibem e Hemû li oxira xerqey neder didim e � Ezîzê min, ji mêje li vê herfê guhdêr im Çiqas zêr û malê pir pê dibîr im Hemu li oxira xerqey neder disepêr im � Li pê neqlan dibû feqîr e Hincî yê terk kir xirabe fêniya wîr e Dê xelat kin miftan û kilîl a � Ew kilîl û ew miften e Bi destê wan cinetiya vedibin e Her pênc ferzên heqîqetê roja axiretê jêre şehden e � Padşê min ewil ku mîr bû Xwedanê cêşê kibîr bû Bi heft surên Siltan Êzî re yî xebîr bû � Padşê min yî padş e Nexşê çendî nexş e Siltan Êzî dizane kî li bere kî li paş e � Padşê min yî wehdaniye Dostê dilê min pê di elimiye Xilmeta bi sidiq ye weye, wekî padşê min pê diviye � Padşê min sur li sema Berê ne lewih hebû ne qelem e Ya Siltan Êzî, li ba te ew seate ew dem e � Berê ne qelem hebû ne lewh e Me yarek divê vê herfê şiro bike, ye li kû ye? Melek yek bû bûne du ye � Li ber firwara padşê ye Teftêşa me li wê cewabê ye Melek dû bûn bûne sê ye Padşê min yî cebar e Ji ba hetibûn firwar e Melek sê bûn bûne çar e � Padşê min yî mizênce Melek çar bûn bûne pênc e Her pênc bûne şifetê her rêk û rênce � Dilê min li vê yekê yî xoş e Melek pênc bûn bûne şeş e Her şeşbûn melekên erş e � Padşê min xweşkir suhbet e Lêk rûniştin muhbet e Melek şeşbûn bûne heft e � Her heft ku di-éfirîn Bi rastiyê lêk di-êwirîn Bi muhbetê bi nedera yek di debirîn � Padşê min we kire ray e Feqîrek şand hur hur av înaye Nav lêkir Kaniya Sipî ye � Feqîra we jê xeber da Ji ezman heta bi erda Ava Kaniya Sipî şifeta çiqas derda � Pedşşê min cebar e Ji durê erfan dibûn çar e Axe, ave, baye û agir e � Her çar ku di faxir in Bi kê di înan û bi kê dibir in Bi kê mersûmê ji durê fariq kir in � Her çarên dirust e Ne dixwarin ne di nifist e Bi kê mersûm ê ji durê vedguhest e 
|
|
|