NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê Xwedanan   

Qewlê Xwedanan

Qewlê Xwedanan Qewlê Xwedanan

Padşê min e
Padşe çêkiriye çiya û deşt e
Neqaşê hemû neqş e.

Padşê min efûkar e Ji ba wî timtê biryar e
Ji bo dinya û her çar kenar e.

Padşê min dinya çêkir Bi hed û sed lêkir
Benî Adem tê de xenê kir.

Padşê min sir li sem a Xwedanê şev û roj û dem a
Ji ba wî tê tim kerem a.

Padşê min rebê milyaket e Rebê her heft sirê bi taqet e
Her heft mêrên bi taqet e.

Padşê min qinyat ava kir ji dir û cewher e Sipartibû her heft sirên her û her e
Tawisî Melek kire serwer e.

Padşê min rebê Adem e Ji ba wî tim tê kerem e
Padşê hemû wext û dem e.

Padşê min melkê bêrî ye Rebê xas û medî ye
Ew Ezdayê min î jorî ye.

Padşê min Rebê Silêman e Ezdayê minî ins û cinsan e
Hemû jê re ser kêşan e.

Padşê min rebê alim e Rebê loh û qelem e
Hemû jê re perweste ne

Padşê min Rebê jorî ye Karê wî dinya bi destê wî ye
Rebê şêxê minê Adî ye

Padşê min yekî mezin e Padşê hemû momin a
Xwedayê dinya û Ezdayê min e.

Padşê min Rebil Sebûr e Xaliqê agir û ronahî û nûr e
Her yî bi heqe û herî xefûr e

Padşê min yekî emîn e Ji ba wî tê tim mizgîn e
Ji bo hemû muxliq û çendî bedîl e

Padşê min rebê qinyat e Da pê bigirin enyat e
Ew li me dike şifat e

Padşê minî rêber e Ew î yekî ekber e
Duwa jê re ya fer e

Padşê min rebê heqî ye Bexşender xwedanê hêvî ye
Ew bi tifaq li me didê xweşî ye

Padşê min î adil e Ji hemû aliyan kamil e
Ew e miraza dilê momin a

Padşê min xwedanê rizqa ye Atiqata hemû dila ye
Li hêla hemû kesa ye

Lihemû dem û li hemû wext a Ew e rebê hemû ezman û text a
Ji ba wî tên rizq,nisîb û bext a

Padşê min xwedanê miraz e Xwedanê namet û naz e
Em bi hemû wesfa raz e

Padşê min rebê bereket e Nazil kir naz û namet e
Rebê dinê û axret e

Padşê min xwedanê axretê û din ê Ewî hasiland miraza min ê
Ezdanê min û çi qas din ê

Padşê min î rehîm e Bereketê dibarîn e
Xelk û alem pê dijîn e

Padşê minî sitar e Ezdanê min yekî cebar e
Cihê wî li hemû cih û war e

Padşê min hosta ye Dinya her pê ava ye
Cihê wî li hemû erda ye

Padşê minî nûr e Ew ji me re ne î dûr e
Li erd û esman û behrên kûr e

Padşê min yekî herî mezin e Kîna kesî li ber tin e
Her û her rehm li ber e

Padşê min yekî qedîm e Li erd û ezman yekî ezîm e
Li hemû derda hekîm e

Ya rebî tu riha dibe û tîn e Sebir û aramê dila de diçîn e
Tu momina nabizdîn e

Rêya xwedayê min rastî ye Padşê şik têde nîn e
Xwedê melkê berî ye

Her tim xwedayê mirwetê Xwedayê çira û bereketê
Rebê dinê û axretê

Ya xwedê tu melkê erşî Li hemû karan bi heqî
Li hemû dilan heyî

Ji qewlê Şêx Fexrê Bab Zer e Padşê min yekî herî mezin e
Navê wî jî her û her e

Îlahiyo tenê wekîl e
Tenê delîl e û ne kefîl e
Tenê hevale ne bedîl e

Îlahiyo te ne tifal e
Te ne dê ye, ne bav e û ne kal e
Bê te hemû tişt betal e


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -