Qewlê Xwedanan Qewlê Xwedanan Padşê min e Padşe çêkiriye çiya û deşt e Neqaşê hemû neqş e. � Padşê min efûkar e Ji ba wî timtê biryar e Ji bo dinya û her çar kenar e. � Padşê min dinya çêkir Bi hed û sed lêkir Benî Adem tê de xenê kir. � Padşê min sir li sem a Xwedanê şev û roj û dem a Ji ba wî tê tim kerem a. � Padşê min rebê milyaket e Rebê her heft sirê bi taqet e Her heft mêrên bi taqet e. � Padşê min qinyat ava kir ji dir û cewher e Sipartibû her heft sirên her û her e Tawisî Melek kire serwer e. � Padşê min rebê Adem e Ji ba wî tim tê kerem e Padşê hemû wext û dem e. � Padşê min melkê bêrî ye Rebê xas û medî ye Ew Ezdayê min î jorî ye. � Padşê min Rebê Silêman e Ezdayê minî ins û cinsan e Hemû jê re ser kêşan e. � Padşê min rebê alim e Rebê loh û qelem e Hemû jê re perweste ne � Padşê min Rebê jorî ye Karê wî dinya bi destê wî ye Rebê şêxê minê Adî ye � Padşê min yekî mezin e Padşê hemû momin a Xwedayê dinya û Ezdayê min e. � Padşê min Rebil Sebûr e Xaliqê agir û ronahî û nûr e Her yî bi heqe û herî xefûr e � Padşê min yekî emîn e Ji ba wî tê tim mizgîn e Ji bo hemû muxliq û çendî bedîl e � Padşê min rebê qinyat e Da pê bigirin enyat e Ew li me dike şifat e � Padşê minî rêber e Ew î yekî ekber e Duwa jê re ya fer e � Padşê min rebê heqî ye Bexşender xwedanê hêvî ye Ew bi tifaq li me didê xweşî ye � Padşê min î adil e Ji hemû aliyan kamil e Ew e miraza dilê momin a � Padşê min xwedanê rizqa ye Atiqata hemû dila ye Li hêla hemû kesa ye � Lihemû dem û li hemû wext a Ew e rebê hemû ezman û text a Ji ba wî tên rizq,nisîb û bext a � Padşê min xwedanê miraz e Xwedanê namet û naz e Em bi hemû wesfa raz e � Padşê min rebê bereket e Nazil kir naz û namet e Rebê dinê û axret e � Padşê min xwedanê axretê û din ê Ewî hasiland miraza min ê Ezdanê min û çi qas din ê � Padşê min î rehîm e Bereketê dibarîn e Xelk û alem pê dijîn e � Padşê minî sitar e Ezdanê min yekî cebar e Cihê wî li hemû cih û war e � Padşê min hosta ye Dinya her pê ava ye Cihê wî li hemû erda ye � Padşê minî nûr e Ew ji me re ne î dûr e Li erd û esman û behrên kûr e � Padşê min yekî herî mezin e Kîna kesî li ber tin e Her û her rehm li ber e � Padşê min yekî qedîm e Li erd û ezman yekî ezîm e Li hemû derda hekîm e � Ya rebî tu riha dibe û tîn e Sebir û aramê dila de diçîn e Tu momina nabizdîn e � Rêya xwedayê min rastî ye Padşê şik têde nîn e Xwedê melkê berî ye � Her tim xwedayê mirwetê Xwedayê çira û bereketê Rebê dinê û axretê � Ya xwedê tu melkê erşî Li hemû karan bi heqî Li hemû dilan heyî � Ji qewlê Şêx Fexrê Bab Zer e Padşê min yekî herî mezin e Navê wî jî her û her e Îlahiyo tenê wekîl e Tenê delîl e û ne kefîl e Tenê hevale ne bedîl e Îlahiyo te ne tifal e Te ne dê ye, ne bav e û ne kal e Bê te hemû tişt betal e  |