Qewlê erd û esman Qewlê erd û esman Bi qudreta êkî bêrune Bi pirsin ji xelkê hûne Ka çawa ev esmana rawestabû bê sitûne � Bi qudreta Padşê min ê heq e Nişyarkir çarde tebeqe Ka ev esmane çawa rawestabû maliqe � Bi qudreta rehmanî Meleka deng hilanî Ev esman rawestabû maliq li banî � Melek cewab da ye Şehde bi xwe Padşa ye Stûna erd û esman rawestabû bi wan duwa ye � Ev qewle qewlekî xas e Esman bi erdî diketin behs e Erdo tu eşkerî ez xas e � Erdo tu eşkerî ez çakim Ez ne ji jengim û ne ji xakim Ez ji cewherekî pakim � Erd di bêjtê: Esmano eslê min û te ji derekî Em nijarkirîn ji cewherekî Şefeqe li me dikete derekî � shefeqe li me dikete cebêr e Em xuliqîn li hêr e Ser min peydabûn naz û ne´met û xêre � Naz û ne´met dibînî Xwedê bendekî giran ser min datînî Çiqas muxliq xêr ji me dibînî � Erd dibêjtê esmano tu birayê min li serî Bêteke û bê berî Ser min peyda dibit naz û numet û terî � Gul û sosin û beybûn Sêv û bîh û zeytûn Ew jî li ser min hasil dibûn � Bi qudreta rehman e Ser min hatin her çar navêt giran e Tewrat û Incîl û zebûn û quran e Hatin ji ba melekê rehman e � Her çar navêt meşûr e Hatin ji ba melekê xefûr e Tewrat û incîl û zebûr û quran e � Erdê we dikire hedêd e Naz û numet ser min tên e Çiqas muxlêqetêt bi giyan bo xwe lê diçêrin e � Naz û numet dibînî Xwedê bendek ser min datînî Çiqas muxliq bi giyan bo xwe lê diçêrînî � Ev qewle qewlekî xas e Esman bi erdara diketin behs e Fêris û miliyaket min xweşhawas e � Erd dibêjte ezmîn e Ser te hene miliyaket û fêrisîne Ew çû nefes û şubhet li ba wan nîn e � Erd dibêjte ezmanî Xwedê bendek li ser min danî Ser min hene du nefesêt giranî Ew jî bendêt îmanî � Ew jî bendêt Xwedêne Du nefesêt giran hene li wên e Ewan xwe ji guneha vedkişêne � Esman deng diket biçêr a Erdo ez paqijtirim ji zîv û zêr a Min ji jorda li kul û emelêt te dinêr a � Esman dibêjtê: Ez bi xwe deng neker im Ji zêr û zîva paqijtir im Ez ji jorda li kul û emelêt te difikir im � Esman dibêjtê: Erdo ez yî pak û bê êb Ser te hene derew û qetil û zina û xêb Ew jî ser te digerê ruyê vê dinê bê ecêb � Esman bi erdê tê gotinê Ser te heye qetil û derew û xêb û zinê Ew jî bi ecêb ser te digerên ruyê vê dinê � Erd dibêjtê: Esmano ezim erdê derwêsh Ser min digerên coq û cumlet û cêş Kesek bi kubarî naçite pêş � Erd dibêjtê: Esmano ezim erdê feqîr Ser min digerên coq û cumlet û cêşêt kibîr Kesek bi kubarî naçite pêş mîr � Safî derî mizgeft e Yarî runişt li xewled a Hefit surêt fêris û miliyaket e � Safî derê xezê ye Yarî runişt li xewleye Hefit surêt miliyakete � Shar li min cema dibûn qut be Çar kinar sekinîn xut be Melik Şêx Sin li serî xitme � Şevêt tênî alim dixunin Di çine ser menberê û deng hiltînin Navê Şîxadî û melek Şêx Sin serda di tînin � Elah û Ekber e Alim diçine ser menber e Ji firqan didin xeber e � Bi qudreta melikê celîl Ser min hene nur û qendîl Izraîl-Israfîl-Ezazîl-Cibraîl-Şimxaîl-mîkaîl-Dardaîl. Her heft melekêt kebîr Li destê wan heye mifte û kilîl Berî xasa çendî bedîl Wê li hizreta melikê celîl � Ezman deng diket binur e Erdê lewhek heye ji min û beru jure Qelema wî ji heqîqetê ye sure � Erdê, we dikire hikiyat e Esmano heke melik Şêx Sin ji bate hat e Esman dê maba bi mat e � Erd wê diket gotin e Esmano bes li me bike gol gefêt mezine Lalişa nûranî,qudis û xelîl,Meke û Medîne ew li ser mine � Bi qudreta Melikê celîl Lalişa Nûranî ,Qudis û Xelîl , Meke û Medîn Ew jî li ser min di gerên rûy vê dinê bi sebîl � Erd di bêjtê: Esmano! Ez medeha ji xwe nadem Ser min nijyar kirin Adem Ji surra Melik Şêx Sin li xatim � Ezman dibêjtê: Erdo! Ser min hene Roj û heyv Ez paqijtirim ji zêr û zîv � Erd dibêjtê : Ser min hene xelkê nazik, letîf, ciwan û kamil Mîr û hakimêt adil Ew jî ser min dibûn hasil � Esmanî we cewab da ye Erdo heke ji min nehatiba tav û ba ye Ev meclise dê bi çî bit ava ye � Esmanî we cewab da ye Heke ji ba min nehatiba bay û tav e Ev diniya dê bi çî bite ava ye � Esman deng diket bixwe ye Erdê Xwedê ser şehde ye Ji heyfa te îwele ye � Bi qudreta Rehman e Erd û Esman pêk hatin weke xûşik û biran e Temametiya vî qewlî xudan e Li Melik Meut û Gavanê Zerzan e Û her çar biran e  |