Titel: Qewlê hezar û yek nava


Qewlê hezar û yek nava Qewlê hezar û yek nava

Padşê min bi hezar û yek nav e
Ev dinya li ba wî seat û gav e
Ew dizane li behra çend keşkûl av e
Li besta çend kevir dinav e
Ewî Hewa kir e bûk Adem kir e zav e

Çendî panîye çendî pesar e çendî berî ye çendî behr e
Hemû li ser kefa Siltan Êzî ye

Padşê min yî bêrî ye Xwezî min bizanî ye
Ka gay mezintire an masî ye

Şirûta min ji vê ye Tefteşji vê cewabê ye
Masî heft car mezintire ji gê ye

Birme ber destê wî hostay Heft Melek sekinîne li ber wî gay
Her heft xas û qelenderên padşay

Padşê min yî bêrî ye Ewan Xasa mîr anî ye
Serwerê her hefta Melekê Adî ye

Ew behra bi nav nisêbîn e Birayê wan şeqîne
kesek ji wan re diîne
Her heft bûne Melekên zemîn e

Her hefta jê vedxiwar e Dur mewicî bû behr e
Kasek ji wan ra dihinar e
Gay û masî jê vedxiwar e
Lew ser pişta xwe qebûl kirin,
deşt, banî, berî û behr e

Hate ba sure xwedanê kas ê Hey rikno ji esas ê
Siltan Êzîye bi xwe xwedanê kas ê

Ew kas da Şêx Misafir Hey welîyo çendî faxir
Lew sura padşa hate ba te ji ewil heta bi axir

Ew kas Şêx Beraket e Xelat kir bi heft xelat e
Lew ji érda firî çû semawat e

Ew kas da Êzdîne Mîr e Ew li dinê û axretê xebîr e
Li dinê û axretê sekinîn,
ser milê Şemsedîn û Melik Fexredîn e

Ew kas da Şêxûbekir Hey şirîno yi weke şekir
Pad·ay keremek bi te kir
Lew ciyê xwe li ba te kir

Ew kas da Şemsê Êzdîn e Mifte û kilîlên qudretê bi destê wî ne
Li erda û ezmana girtin û berdan bêyî şêşim nîne

Ew kas da Şêxê sunet ê Kerem ji Xwedê wê kasê bore tê

Sîhîd Pêxember bi wê kasê di bû mest e Ewî ne pê hebû ne dest e
Lew siltan êzî ronahî li ber xist e

Sê sed û şêst û şeşnebî di mursil in Hemû ji wê kasê di xemil in
Hemû li ber hikmeta siltan êzî nin
Ya siltan Êzî tu yê li erda yê li ezman a
Tu yê li behra tu yê li binyan a
Tu yê li zara tu yê li ziman a
Tu yê liçiya tu yê li sikana
Miraza em ji te dixwazîn dîne û îman a



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=314