Qewlê Sherfedîn
Qewlê Sherfedîn Qewlê Şerfedîn Yek min divê temam bî Bermê ka rabî sitar bî Dê kengê Madî Şerfedînê rabî � De rabe madî Ne fendî bimîne ne qadî Hingê sinetê zanî � Hê zanî sinet e Ya Melik Şerfedîn, rabe şefqetê xwe ke Ziryeta batinê di ber me ke � Di ber me ke ziryeta batinê Wê Cindî pê bibine xinê Ya MelikŞerfedîn, tê kengê rabî li rûyê dinê � Cindî di xinê ne Lê gêdûka mêrê çê ne Li mê hizranî ne divê ne � Gêdûk siwarê gêdûkan Vekin derên sindirûkan Dê bixemilînin bi Şerbeta bûkan � Bi Şerbeta bûkan bixemilînin Sindirûkên kesk û sor derînin Heq riya navê Siltan, Êzîdê şêrîn ser xwe bînin � Sindirûkên kesk û sor in Tê de hene xerqê rengane, li cî mor in Feqîran li rûyê vê dinyayê, girtiyê heyf û cor in � Van maşa li van cen baqiyan Dane destê van axan van cindiyan Li rûyê vê miclisê canê xwe, dana mehkan û taliyan � Li van milkan li van baxan Dane destê van cindiyan van axan Li rûyê vê miclisê, ser dilê xwe ve danîbûn dax e Rojeke bi nav dan e Ê bêdawî cengê giran e Ê wê rojê ji dînê xwe re, kifşin kevne beran e � Roje bi te dahir e Dihar dibe terpekî faxir e Melik Şerfedîn dawa hidretê li me dikir e � Rojeke bi te ceng e Feqîrê bi xelat û zend e Ew roj ne roja mêrê çeleng e � Ya Siltan Êzî tu karî çima nakî Tu Melik Şerfedîn ji mixarê rakî Xelqê asê pê mitah kî � Pênc ferzên heqîqetê Şêx e,Pîr e,Hoste ye,Merebî ye,Yar û Birayên Axretê Ferz e li me çendî sinetê � Sinet e bi lez e Siwar li borê bi bez e Gel cindiyan emê biçine xeze � Bila bîne Feqîran Bi xemilînin letan û herîran Ya Melik Şerfedîn hawarkê bide xiraba û siniyê dêran � Ya Melik Şerfedîn hawarkê li me vede Em li pey te bûne ser hev de Me bi destê şire´tê ve berned e Ya Siltan Êzî ji ewil tu berat î Tu xwedanê atqat î Tu li ser Pira Selat î Me birênî çavê şifqetê dilê rehmetê Ronahiyekê bidî me û çendî sinetê � Xwezî me zîn bikira hêstir e Cimayiyeke Şêxan û Pîran pê bikira Ev dinya pê ji nû ve vekira � Pênc ferzên heqîqetê Şêx e,Pîr,Host ye,Merebî,Yar e,Birayê Axretê Ferz e li me çendî sinetê � Sinetê diparêztî Dest û dayinê tu ney sist î Ya Melik Şerfedîn dayim, tu tevser î neynivistî � Feqîr hatine ser me micad e Me bi Siltan Êzî atqat e Ezîzê min zu bi bangê dihat e � Van bangiyan li van mahderan Van ezîzan van rêberan Siltan Êzî banga me bê bera � Banga me û cindiyê mergê ye We digo emê cimayiyekê bikin, li cihê biremê ye Ancax Siltan Êzî, bang û hawara me bê ye � Ji mêj ketim e ber vê xilmetê Minetkar im padşayê dinê û axretê Destûr da ji bo xatira sinetê � Ji mêj ve ketime ber vê baweriyê Destûra Şîxadî û Melik Şêxsin, bajome ser textê Amêdiyê Serê van kafiran çibê çi ciriyê � Ev zeman dê wa bî Şîxadî şade bî Zimzim û Qubilbidor heca me bî Ev zeman dê bi îman bî Pîr reşî heyran bî Zebûnê herçar biran bî Xwedanê keremê derwêşê geliyê Lalişê. 
|