Duwa hêvarê
Duwa hêvarê Ya siwarê rojhilatê, rojava yê Hûn bidene xatira dotê û dayê Hûn me xilas kin ji qedayê, ji bela yê Hûn bidene xatira kaniya sipî yê Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê carê � Hûn bidene xatira erş û kursî Gay û masî Heyat li kursî Ya Şeşims tu li halê me û hazira bipirsî � Hûn bidene xatira lewh û qelem e Hewa û Adem e ya rabî tu li bang û hawara me were Li hemû çaxa û li hemû dem a Ya Şêşims tu pirsiyarekê li halê me û hazira bik e � Hûn bidene xatira çerxan û felekan Horiyan û melekan Sira Tawsî Melek û çarde tebeqan Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike � Hûn bidine xatira buhi·tê û dar ê Kafê û mixar ê Sira Êzî û Bêtil Far ê Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike vê car ê � Hûn bidene xatira dira spî ye Melekê bêrî ye Sira Êzî ye Ya Şêşims li dîwana siltan Şêxadî Tu bo mala xwe û me jî bikî hêvî ye � Hûn bidene xatira dira sor e Êzdîne mîr e Qubletil bidor e Ya Şêşims bang û hawarên me bi melekê jor e � Hûn bidene xatira dira zer e Ax û av û agir e Erd û ezman û ber e Êzdîne mîr û her çar sir e Ya Şêşims tu li banga mala xwe û me jî wer e � Hûn bidene xatira sûka marîfet ê Mêrê li ber bedlê diket xilmet ê Derwêşê şev û roj diket ebadet ê Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayên axiret ê Ya Şêşims tu meferiyeke mala xwe û me jî bike vê carê � Hûn bidene xatira kursiya rehman a Melekî can a Behra qudsî suphana,nefesê cana bin can a Ya Şêşims me ji te divê dîn û îmana � Hûn bidene xatira Cibrayîl, Ezrayîl, Mîkayîl Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl Her heft melekên mezin, di destî de mifte û kilîl � Ew jî wê li ber hizreta melekê celîl Hûn bidine xatira cebrayîl,Ezrayîl,Mîkayîl, Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl Her heft melekên mezin, xasê berê çiqasî bedîl Di destên wan de, mifte û kilîl Li hizreta melekê celîl � Ya Şêşims tu meferî,tu xaliqê meyî her û herî Ti risqa didî û risqa dibî Ya Şêşims ji te dixwazim sebir û nas Me yek heya dereca îman ê Tu me xilas bike ji bêbextî yê. Ji me Êzdiyan re kilîl û mifte bîn e � Li me veke dergehê xezîn ê Hawara me ve bê, vê carê xwedanê Hekar ê 
|