Duwa Nîvro Ya rebî tu bidî xatirê sitûna erd û ezman Leyl û leyletil qedrê suretil rahman Û sunetê virêkey han � Ya rebî tu bidî xatirê gayê binê din ê Û masiyê bi tenê kerema xwedanê xîveta veday, ser girê kela dengiz ê Ya rebî tu bo me û sunetê bi rêkî, dewrêşê runiştî li kafa zimzim ê � Ya rebî tu bidî xatriê sira çêbuyî li nav mêr a Li xewlexanê de Yê xwe kiriye pisê Şêxadî di mixarê de Yarebî tu me û sinetxanê xilas bikî Ji gunehê me kirî,li gel dê û bavê de � Ya rebî tu bidî xatirê melek Şêsin ê Adî ye Yê serê xwe daye pêxama sinetê ye Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî rêsqekî, ji xizna xwe a jorî ye � Ya rebî tu bidî xatirê Şêxê sunet ê Û çend xas û mominê bo te dikin xizmet ê Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî, ji xezîna xwe a qudretê Ya rebî tu pirsiyareke xêrê li halê me û sinetê bikî ye � Ya rebî tu bidî xatirê mêrê bi duwa yê Kerema berê reş li kabe yê Ya rebî me û sinetxanê xelaskî ji, qeda û bela yê Ya rebî tu bidî xatirê siwar ê Bûyî nîveka roj ê Hatî ji şerqê çûye xerb ê Ya rebî tu me ji guneha xilas bikî û çendî sinet ê � Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila Kerema her heft meleka Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn û îmane û dewlete � Ya rebî tu bidî xatirê şev û rojê û buhuştê û doj ê Ya rebî tu me û sinetê vexwînî Dîwana xas û mominetê jorê Ya rebî her û her her tuyî  |