NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê Silavêt Cara   

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Silavêt Cara


Silav silavêt cara
Li mewlayê min û çendî xwendkara
Xwendkaro serê xwendkara
Hey qutbo serê mêrdara ...........



Silav her hebî
Li melik şêx Sin û çendî nebî
Hey şêro qurtalê tebî ............

Silavêt xulêma
Li melik şêx Sin û çendî qilêma
Ji nesrê te feslandibu silêma ..........

Silavêt milyaketa
Li Cibrayîl û çendî *****leta
Ew kire qubleta hemu mileta ..........

Silavêt pîra
Hey mewlayê min û çendîn feqîra
Tu yî qutbê şêxan û pîra ...........

Hey qutbo te çêrr ji temam
Ji nîveka elîf u lam
Ji sîn te feslandibu temam ............

Hey qutbo te çêr ji heqîqe
Melik Fexredîn yî kûre, binyata wî ye emîqe
Zor şi’ret lê di bûn xerîqe .............

Zora şir’et di xwende
Sedî wekî Bedir u Mende
Di behra Melik Fexredîn de di bin hinda ..........

Zor mabûn rrencûle
Ew ji me’nîyan di bûn dûre
Ewan ne di zanî melik Fexredîn nûre eslê wî ji nûre ..........

Hey nûro te nûr ji esle
Te ji Adem vekiribû resle
Te dabû ber Adem fesle ……….

Ya melik Fexredîn wextê te Adem li behiştê digêra
Heke nav û ismê te heba vêra
Adem şaş nedikir çêra ………..

Ya melik Fexredîn te Adem anîder ji behiştê
Heke nav û ismê te ne digehiştê
Hewa ne dibu ji piştê …………

Sed salî û berê
Te Adem ji behiştê anîderê
Gevizîbu li toz û gerrê
Heta gehişte wê hev surrê ...............

Adem sed salî li behiştê emrê xwe di perat
Û gava ji behiştê derhat
Girî hêstir li ber çava weke ferat .................

Ya melik Fexredîn nebî Noh bi qewmê xwe ve maye rencûle
Heke ji ba te ne hatiba destûre
Li wan ne difewirî tenûre ................

Ya melik Fexredîn
Birahîm Xelîl bi te dikire gazî û haware
Heke nav û ismê te ne hatiba zare
Li wan sar ne dibû nare ..............

Ya melik Fexredîn
Nebî Simayil gaziyek bi te re di hişte
Heke nav û ismê te ne di gehişte
Roja qurbaniyê nebî Simayîl wê bi kuşte..............

Ya melik Fexredîn
Tu ne wekî kesne
Te dabû Usivê nebîya husne
Ne xwezka bi wî kesî be damana li desne .............

Ya melik Fexredîn
Sêrkera sêrker û raza
Te bi Mûsa re hinartibû baza
Te şah mar di destê wî da kirbû wekaza ………..

Wekazê Mûsa ne ji dare
Te di destê Mûsa de kire şeh mare
Sêra sêrdarêt Fer’ûnî di xware .............

Mûsa û Harûn ji esle
Te dabû Mûsa nesre
Fer’ûn pê di bû kesre …………

Fer’ûnî Mûsa li behrê asêkir
U kerema wê surrê ber pêkir
Ji wî paş behrê bor bi rêkir .............

Mûsa li misrê bi rê bû
Fer’ûn li pê bû
Ewê rojê tavek li binê behrê bû ............

Qudreta paşayê min î ekber bû
Behir jêk ker bi ker bû
Mûsa hat bi qewmê xweve sereder bû
Fer’ûn hat û tê wer bû ………..

Şubhetî Îsayê kurrê Miryeme
Ya Melik fexredîn te vêrra kirî kereme
Ji ’erda firrî ço sema ……..

Şêro xwedanê wirarê
Ku bi wanr re bû wê carê
Cara li mixarê ...........

Kafa Behzanê ye kevne
Pîrkê lê çirandibû tevne
Li xasa saye
Li xafila tarî û şevne ............

Te kêşa dûlifiqarê
U te teslîmkire wê carê
Tû bi sultan Şîxadî re bûy roja fî li hekarê .............

Sultan Şîxadî rabû li kefayê
Li serê sefayê
Sedeq durra ’eyin li beyzayê ..............

Şîxadî û şik tê ne
Gelek kore wê di heyin
Ewan hajî rrê ne
Ew her di bêjin we nîne ............

Ewan ne dizanî
Ewe û her ewe
Nevexwarine û ne xewe
Şehde û îmanêt min bi navê Xwedê Tawisî melek dîn rrewe .................

Şehdeya wane
Herfeke li nav qur’ana
Tefsîl naken çu nezane .................

Herfeke bê tefsîle
Xelkê ’êrifî zane yî jîre
Ew jî dê bêjin :
Ya melik Fexredîn me neke ji bîre ................

Ya melik Fexredîn xelkê zana yî jîr bi te dikir qeste
Çîya û banî û berî û behir û beste
Te nijyar kiribû bi herdû deste .................

Me dil bi kulin birîn cotin
Û me’nîyêt kûr na yên gotin
Dil û hinavêt min bo derwêşiyê sotin ………….

Derwêşekim aqilê min yî kême
Aşê muhbetê bi min yî dême
Ezîzê min dewlet nahêlit ez bêmê ……………

Piştî xwe li dar bidim
Sedqê serê xwendkar bikim
Dê li benyekê xwe pisyar bikim ...................

Piştî xwe dar bi dî
Sidqê serê xwendkar bi kî
Dê li benyekê xwe pisyar bi kî ....................

Muhsinekî ya munisî
Melik Fexredîn em benyêt te ne, em di naqisîn
Bi nav û dikarêt te em di xalisîn .................

Naqis kî çêre
Xeberek heye binya wê xeberê zêre
Wan cindîya ser milêt xwe gêre
Yê dewam mamileta wî bi xwedê re ............

Ji qewlê Şêx mendê Fexran e
Raste malê mêra îman e
Em di kêmin û Xwedê temam e ................


Ev qewl Bedel Feqîr Hecî li 21 meha 12 li sala 2006 li bajarrê OLDINBURG ji zarê qewilbêjê gencê hêja û qedirgiran MERWAN BABIRI daye nivîsîn , sopasya wî dikem .................................................


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -