Qewlê Silavêt Cara
Silav silavêt cara Li mewlayê min û çendî xwendkara Xwendkaro serê xwendkara Hey qutbo serê mêrdara ........... Silav her hebî Li melik şêx Sin û çendî nebî Hey şêro qurtalê tebî ............ Silavêt xulêma Li melik şêx Sin û çendî qilêma Ji nesrê te feslandibu silêma .......... Silavêt milyaketa Li Cibrayîl û çendî *****leta Ew kire qubleta hemu mileta .......... Silavêt pîra Hey mewlayê min û çendîn feqîra Tu yî qutbê şêxan û pîra ........... Hey qutbo te çêrr ji temam Ji nîveka elîf u lam Ji sîn te feslandibu temam ............ Hey qutbo te çêr ji heqîqe Melik Fexredîn yî kûre, binyata wî ye emîqe Zor şi’ret lê di bûn xerîqe ............. Zora şir’et di xwende Sedî wekî Bedir u Mende Di behra Melik Fexredîn de di bin hinda .......... Zor mabûn rrencûle Ew ji me’nîyan di bûn dûre Ewan ne di zanî melik Fexredîn nûre eslê wî ji nûre .......... Hey nûro te nûr ji esle Te ji Adem vekiribû resle Te dabû ber Adem fesle ………. Ya melik Fexredîn wextê te Adem li behiştê digêra Heke nav û ismê te heba vêra Adem şaş nedikir çêra ……….. Ya melik Fexredîn te Adem anîder ji behiştê Heke nav û ismê te ne digehiştê Hewa ne dibu ji piştê ………… Sed salî û berê Te Adem ji behiştê anîderê Gevizîbu li toz û gerrê Heta gehişte wê hev surrê ............... Adem sed salî li behiştê emrê xwe di perat Û gava ji behiştê derhat Girî hêstir li ber çava weke ferat ................. Ya melik Fexredîn nebî Noh bi qewmê xwe ve maye rencûle Heke ji ba te ne hatiba destûre Li wan ne difewirî tenûre ................ Ya melik Fexredîn Birahîm Xelîl bi te dikire gazî û haware Heke nav û ismê te ne hatiba zare Li wan sar ne dibû nare .............. Ya melik Fexredîn Nebî Simayil gaziyek bi te re di hişte Heke nav û ismê te ne di gehişte Roja qurbaniyê nebî Simayîl wê bi kuşte.............. Ya melik Fexredîn Tu ne wekî kesne Te dabû Usivê nebîya husne Ne xwezka bi wî kesî be damana li desne ............. Ya melik Fexredîn Sêrkera sêrker û raza Te bi Mûsa re hinartibû baza Te şah mar di destê wî da kirbû wekaza ……….. Wekazê Mûsa ne ji dare Te di destê Mûsa de kire şeh mare Sêra sêrdarêt Fer’ûnî di xware ............. Mûsa û Harûn ji esle Te dabû Mûsa nesre Fer’ûn pê di bû kesre ………… Fer’ûnî Mûsa li behrê asêkir U kerema wê surrê ber pêkir Ji wî paş behrê bor bi rêkir ............. Mûsa li misrê bi rê bû Fer’ûn li pê bû Ewê rojê tavek li binê behrê bû ............ Qudreta paşayê min î ekber bû Behir jêk ker bi ker bû Mûsa hat bi qewmê xweve sereder bû Fer’ûn hat û tê wer bû ……….. Şubhetî Îsayê kurrê Miryeme Ya Melik fexredîn te vêrra kirî kereme Ji ’erda firrî ço sema …….. Şêro xwedanê wirarê Ku bi wanr re bû wê carê Cara li mixarê ........... Kafa Behzanê ye kevne Pîrkê lê çirandibû tevne Li xasa saye Li xafila tarî û şevne ............ Te kêşa dûlifiqarê U te teslîmkire wê carê Tû bi sultan Şîxadî re bûy roja fî li hekarê ............. Sultan Şîxadî rabû li kefayê Li serê sefayê Sedeq durra ’eyin li beyzayê .............. Şîxadî û şik tê ne Gelek kore wê di heyin Ewan hajî rrê ne Ew her di bêjin we nîne ............ Ewan ne dizanî Ewe û her ewe Nevexwarine û ne xewe Şehde û îmanêt min bi navê Xwedê Tawisî melek dîn rrewe ................. Şehdeya wane Herfeke li nav qur’ana Tefsîl naken çu nezane ................. Herfeke bê tefsîle Xelkê ’êrifî zane yî jîre Ew jî dê bêjin : Ya melik Fexredîn me neke ji bîre ................ Ya melik Fexredîn xelkê zana yî jîr bi te dikir qeste Çîya û banî û berî û behir û beste Te nijyar kiribû bi herdû deste ................. Me dil bi kulin birîn cotin Û me’nîyêt kûr na yên gotin Dil û hinavêt min bo derwêşiyê sotin …………. Derwêşekim aqilê min yî kême Aşê muhbetê bi min yî dême Ezîzê min dewlet nahêlit ez bêmê …………… Piştî xwe li dar bidim Sedqê serê xwendkar bikim Dê li benyekê xwe pisyar bikim ................... Piştî xwe dar bi dî Sidqê serê xwendkar bi kî Dê li benyekê xwe pisyar bi kî .................... Muhsinekî ya munisî Melik Fexredîn em benyêt te ne, em di naqisîn Bi nav û dikarêt te em di xalisîn ................. Naqis kî çêre Xeberek heye binya wê xeberê zêre Wan cindîya ser milêt xwe gêre Yê dewam mamileta wî bi xwedê re ............ Ji qewlê Şêx mendê Fexran e Raste malê mêra îman e Em di kêmin û Xwedê temam e ................ Ev qewl Bedel Feqîr Hecî li 21 meha 12 li sala 2006 li bajarrê OLDINBURG ji zarê qewilbêjê gencê hêja û qedirgiran MERWAN BABIRI daye nivîsîn , sopasya wî dikem .................................................
 |