NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


TAWIS (SENCEQ) DI ERMENISTANÊ DE

Qewal - Sembola dilpakiyê û parêzerên dînê Êzîdiyan

Êzîdî berî dema Þîxadî - Beþa 2

Êzîdîtî berî dema Þîxadî 1

Ezdîtî bawarya heqyê, re’mê û Xwedênasyê ye

Şehda dînî

ŞÊXANÎ-Navên ocaxên Şêxa

Pîralî û Batizmî

Milyaket di bawerîya Êzîdiyan de

Pîroziya „Nan“ di ola Êzîdîtiyê de

Cejna Xidir Nebî, Xidir Liyas

"Cilwa" û "Meshefa Reþ"

Durr u padşa

Rojî li cem Êzîdiyan

Cejna Sersalê - ,,Çarşema Sor,,

ÇARŞEMÊN HESAVA

Bisk hildan

ÊZDÎTÎ

PÎRANÎ-Navên ocaxên Pîra

Şêx Fexirê Adiya Qewilvan

 

 

yeziden.de Ezdîtî bawarya heqyê, re’mê û Xwedênasyê ye   

Ezdîtî bawarya heqyê, re’mê û Xwedênasyê ye

Ezdîtî bawarya heqyê, re’mê û Xwedênasyê ye


Eskerê BOYÎK

Çawa her ol û bawaryên dinyayê usan jî ÊZDÎTÎ dînekî qedîm e, bingeha wê ji dewrana tê, gelek qonaxa, li rîya hebûn-nebûnê ra derbaz bûye û gîhîshtye roja îro. Ev dîna jî xweyê u’lm, e’deb, qewl û qanûn, rê û rism, e’rf-e’det, e’yd-e’refat, cîyên xweye pîroz, ocax û zîyaret, oldar, xas û babçek û xisûsyên xwe ye. Her tishtê u’lmê wê bi zarkî gihîshtine me. Dînekî kurdewarî ye, ji bo niha ev bawarî tek di nav Kurda da li Kurdistanê maye û her tishtê wan bi kurmancîye.
Eger bi heqî kevnarya vê olê bê naskirin û u’lmê vê olê û olên ji pey ra hatî (yên bi kitêb û Pêxember) bi zanyarî bidine rex hev, dijwer nîne bê texmînkirin ku gelek bîr û bawaryên êzdîtyê ji bo u’lmên wan olan bûne stûnên avakirinê. U’lmê vî dînî u’lmekî pir dewlemend, kûr û pir qet û sereceme. Ku ber lêya hezarsalaye tunekirinê, li nav neheqya û nerastyan, sher-shiltaxên bê hîm, xûnê, fermanên dagerkiran teyax kirye, maye û berdewane, ûsane, rastî jî bi tomerya xwe da ew heykelekî mirovayê yê dîrokîyî qedîm û bi qîmet e.
Naveroka felsefa dînê Êzdîyan xwedênasyê, heqyê, îman û axretê, efirandina dinê, mirinê, jîyanê, qencîyê, xiravyê, rastyê, nerastyê, qewat û bûyarên xezayê, derheqa sirra Melek û Milyaketada ne.
Li bal Êzdîyan hebandina here mezin û bilind Xweda ye. SHaheda dînê Êzdîyan da ew fikir pir zelal dîhar dibe. Ew hema wa jî dest pê dibe: SHaheda dînê min yek Xweda ye. Xasên din: yek evîna Xwedê ye, yek ji nûra wîye, yek çiraye, yek îmane…lê Xwedê yeke. Ji bo wê yekê jî Êzdî due’a-dirozgên xwe, qewlên xwe payê pirê bi peyvên ya Rebî (ya Xweda) dest pê dikin, carekê va banga xwe didine Xwedê: Yekê Jorîn, Rebê A’lemê, ji bo çawa Êzdî dibêjin: Her ewî heq e, her ewî rast e…
Ulmê vê olê da tê gotin: Xwedê hezar û yek nav e, bê heval û bê shirîk e, erdek nîne hukumê Xweda lê nîbe, bêy hukumê Xwedê pel jî li ser darê naheje.
Bi bawarya Êzdîyan dîn: ol û erkan rê ye berbi Xwedê, berbi heqyê û rastyê. Di wê rê da êzdîtî tu neheqyê, nerastyê, zinê, zordaryê, ji alyê evdekî da zêrandin, biçûkkirin, bêrûmetkirina evdekî din, civak, milet û dînekî din qebûl nake. Her kes evdê Xwedê ye û emelê wî ji alyê Xwdê va tê dîtin. Hebandina Xwedê vê bawaryê da digîhîje asta here bilind. Derew, bêbextî, sher gilîkirin, buxdan, kifir, nifir, dizî, talankirin êzdîtyê da nayê qebûlkirin.
Êzdî dibêjin: „Derew dijminê Xwedê ye“, „Nifir shûrê du deve…“, Kifrî kirin guneye“. Di êzdîtyê da guneye, ku keda heram evdê êzdî tevî keda xweye helal bikin. Dema evdê Êzdî xêrê dike, ese dibêje: „ Eva keda mine helale…“
Xêr kirin, xêr dayîn, alîkarî feqîr û belengaza kirin (bê cudetya din, miletyê, reng û tisên din) ferzne vê olêye pîrozin. Xêr gotî bi dil bê kirin. Eger xêr bê dil yan bi destê zorê, yanê jî ji tirsê bê kirin xêra usan qebûl nabe. Mezinayî, biçûktî, yan pirqîmetbûn û kêm qîmetbûna xêre hesav nîne. Ya here mihûm ewe, ku xêr bi dil bê dayîn. Dibêjin nanekî ce yê xêra kesîb ya bi dil li cem Xwedê ji gakî xêra zengîn ya bê dil bashtir hatye qebûlbûn.
Her qewl, beyt, lavêj û nimûnên u’lmê vê bawaryê ra Xwedênasya here heq û jorîn dibe bingeh û li ser wê bingehê jî bîr-bawaryê vê olê tên avakirin. Xwedênasî di vê bawaryê da xwezayî ye, surushtî ye, her tisht, fikir xwezayê va tên girêdan, matêrîyalîne. Anegorî vî u’lmî ruh li ser pêshdaçûyîna mecalên xezayî yên matêryalî pêshda hatye… Qewla da wa tê gotin:

Xwedevandê me rehmanî
Çar qism li rûyê dinê danî.
Yek ave, yek nûre, yek axe, yek jî agire… (1)

Yan
Padshayê minî cebar e,
Ji durrê efrandibûn çar e,
Ax e, û Av e, û Baye, û Agir e. (2)

Yan
Ku kinyat pê zeyînî Axê û Avê û Bayê û Agirî
Qalibê Adem jê nijinî.
Çar qismet tek hincinî ,(3)

Anegorî u’lmê vê olê pêshdahatina jîyanê li cihanê avê, axê, agir û bê va girêdaye. Zanestya îro jî usa dibêje. Qewlê SHêx û Aqûb da tê gotin:

SHêx dibêje te Aqûbî
Wextê qalibê Adem pêxember çê kir
Ew kî bû tasa qudretê lê kir?

Aqûb dibêje te ya SHêxê mino
Wextê qalibê Adem pêxember dibûye
Ferwara melkê adîya pê de diçûye…(4)

Usane qalib pêshyê hatye çêkirin, pashê ruh bi tasa qudretê berva hatye berdan. Vira tê bêjî fikira Xwedê wek sîmvola xezayê, surushtê, tevê (royê) tê naskirin. Gelek lêkolînvan be’sa peyva dirrê dikin, ev peyv û fikir li nav gelek nimûnên ayîna dînî ra derbas dibe. Besa teqîna dirrê tê kirin. Niha ulmê cihanê yê pêshdaçûyî jî dibêje cihan û jîyana ser ji teqîneke er’s pêshda hatine.
Qewla Efrandina Kinyatê (dinê) da wa tê gotin: ku erd û ezman tunebûn, dinya fire bê bîn bu, însan û heywan jî tubebûn, di berê (deryayê) da tenê hebû dirr. Pashê tê femkirin ku Padshê min (Xwedê) ji dirrê bû. Ev fikira pêshbûna matêryayê ji ruh ya zanestî ku zanyarê cihanê tek sedsalên 19-20 an da gihîshtinê, lê ayîna dînê ezdayê da bi hezarsalan berê hebûye.
Usane anegorî mêtolojya dînê Êzdîyan Xwedê ji nûra xwe heft Milyaketa dixuliqine, ji pey ra jî Ax û, Av û, Ba û, Agir lashê Adem diefrîne, bi destûra Xwedê Milyaket jî ruh ber lashda berdidin…
Fikira yekîtya matêryayî ya e’rsh û dinyayê jî u’lmê êzdîtyê da heye. Qewlê Erd û Ezman da ew fikir zelal tê gotin:

Erd dibêje: Ezmano, eslê min û te ji derekî
Em nijarkirin ji cewaherekî
SHefeqê li me dikete derekî…(5)

Ev sebeqa carke din jî dide îzbatkirin ku êzdîtî dînekî surushtîye, bingeha wê da ne hêz û sirrên nee’yane, nedîhare fantastîk in lê qewat û bûyarên surushtîne…
Erd, ezman, roj, ax, agir, steyrk, hîv, av, ba, nan li cem Êzdiyan pîrozin. Hela xweykirina pêz, dêwêr, xetkirina axê, barîna baranê, helalkirna mast hêz û qewatên xezayîye pîroz va tên girêdan. Pîrozya van sûbyêktên surushtê, ku heta niha jî di êzdîtyê da mane pir kevnin.
E’ydên Êzdîyan jî xezayê, zayînê, ronayê, jîyanê, shayê va girêdayîne. Di rojên e’ydan, bi rastî e’vdê Êzdî xêr û xweshyên surushtê ra sha dibin, xêra dikin, xwe ji gunehan paqij dikin, pesnê e’dlayê, tifaqê, xêrxwezyê, pismamtyê, hevkaryê didin. Fikirên xirav ji dilê xwe derdixin, dilsyrye nav xwe didin hildan. Eydeke here kevnar û qedîm Çarshema serê Nîsanê: Çarshema Sor e. Qewlê Çarshma Sor da wa tê gotin:

Çarshema serê Nîsanê
Gul û çîçek hatin meydanê,
Tawisî Melek reyîsê îmanê.
……………………………
Nîsan deng lê kir e
Bihar pê dixemil e
Bi kesk, sor, sipî û zere…(6)

 

Di bawarya Êzdîya da wê rojê Tawisî Melek peyayî li ser rûyê erdê bûye, xwe ra bihara rengîn, xêr û xweshî anye, kulîlk vebûne, e’rd bi rengên kesk, sor, sipî û zer xemilye. Bi hezaran sala evdên ezdayî vê e’yda xwe ku, e’yda Tawisî Melek e bi cosh û bawarîke xurt pîroz dikin. Xwe hesav dikin miletê Tawisî Melek…Di vê bawarya kevnar da Tawisî Melek melekê îmanê, xêrê û xweshyêye. Xwe ra biharê, gul û kulîlka tînê, bi renga dinyayê, jîyanê dixemile. E’ydên Êzdîyan yên dinê jî xezayê, jîyanê va girêdayîne. E’ydek nîne ku shabûn, ronahî, tifaq, paqijayî, xêr, helalî û heqî neyê pesinandin, bi kêfxweshî, shabûn, stiran û dîlan derbas ne be.
Bingeha felsefa xezayêye here hîmlî pirsa jîyan û mirinê ye. Felsefa dînê ezdayê da jî ew pirs gelekî kûr, fire û her alya va hatye analîzkirin, cawa pirsgirêkan hatye dayîn: tê zanîn ku cihanê da çawa pêwîstya bûyînê, xuliqandinê heye, usa jî ya mirinê. Çi destpêka wê hebe gerekê de’wî jî hebe. Çi çe dibe gotî bimire jî. Herd du serê meselekêne. Li vê bawaryê da çawa jîyane pîroz usa jî mirin. Qewlên Seremergê, Miskîno jaro û hineke din da gelekî kûr û dûr felsefa jîyanê û mirinê tê dayîn. Jîyana e’vd, besher heta hetê nîne, dinya milkê tu kesî nîne. Dinya tu kesî ra nemaye û wê nemîne jî. Rojekê bê û besherê e’se ji kasa mirinê temke. Mirin tenê seva ruhbera, dar û hêshnaya tenê nîne, dewya her tishiî heye. Heqî eve, rastya jîyanê eve.
Evdê Êzdî bi vê felsefê tê perwerdekirin ku ji wê bûyara giran ra hazirbe. Xweyî, xwedan, xizm û pismamên mirî jî we qewimandina giran ra qayîl dibin, ew wan ra jî dibe dilbînî, ku e’vd rojekê bûye wê rojekê jî bimire. Kes nikare mirya pashda bîne. Emrê Xwedêye, gerekê bi zanyarî nêzîkî wê bûyarê bibin…
Li gor êzdîtyê mirin dewya jîyanê nîne, mirin berdewama jîyanê ye. U’lmê êzdîtyê da Kirasguherîn heye. Lash ji axê çê bûye, dîsa diçe dibe ax, lê ruh namire ew anegorî emelê e’vdê mirî qalibê ruhberekî din da jîyanê berdewan dike…
Êzdîtî li ser bawarmendên xwe rastyê, shermê, tifaqê, ruhê biçûk, amintyê, xêrxwezyê ferz dike. Dibêjin: Êzdî miletê shermê ne.
Di bawarya Êzdiyan da li cem Xwedê her kes, bê cudatya ol, rê û rizm Evdê Xwedêne. Kes ji kesî zêdetir yan kêmtir nîne, kîna kesî li cem Xwedê nîne, Xwedê li hemû derda dermane, Xwedê derîkî digre, hezarî vedike. Tu kes bêxwedê ji dayka xwe nabe û bê Xweda nîne. Qencî û neqencî nava kar û emelên evda da tên xanê. Dibêjin: Qirar qirara Xwedê ye, kes nikare ji qirara Xwedê bireve. Qencî jî, xiravî jî ji dergê Xwedê ten. Her kes qencyê jî, xiravyê jî ji xwe ra dike. Her kes roja mirinê li ber MÎRÊ xwe cawa kirinê xwe dide…Her kes weke emelê xwe cezayê xwe dikshîne…Êzdîtyê da kushtin-qetilkirin, talankirina tu kesî, tu netewî ji alyê netewek din da bi tu cûreyî nayê heqkirin, ew guneyê mezin e û bi tu menyê nayê e’fûkirin. Li cem Êzdiyan tu ol ji ya din heqtir yan neheqtir nîne. U’lmê vê olê da derheqa tu bawaryê da xirav nayê gotin, himberî xwe tu olî biçûk yan mezin navîne. Êzdî bi destê zorê tu kesî mecbûr nakin bên ser ola wan.
Vê bawaryê da pirsên tifaq, yekîtî û tevayê çawa serê safîkirina hemû pirsgirêka tên dîtin. Tifaq ne ku tenê nava Êzdîya da li usan jî tifaq di malê da, civakê da, li nava hukumdar, milet û dewletê da, heta cihanê da hîmê xweshyê, bashyê, heqyê û Xwedênasyê ne:

Çûma dîwana wî padshayî,
Min lê dîtin xweshî û shayî,
Serê hemyan tifaq û tevayî…

 

Di êzdîtyê da di navbera e’vd û Xwedê da e’vdek, rêberek yan ruhberekî din nayê qebûlkirin. Çiqas jî xas û qelenderên Êzdiyan hene, lê dîsa anegorî edeba vê bawaryê, ew dewyê da, roja qiyametê li ber Mîrê xwe cawa emelê xwe didin.
Bawarîya wa çiqasî jî di vî dînî da qedîme, dîsa Êzdî qedir didine pêxemberan, xasan û qewil, beyt, due’a-dirozgên xwe da bi hurmet û qedir navê wana bîr tînin: ( Adem, Nuh, Birahîm Xelîl, Zerdesht, Mûsa, Îsa, Mehmed).Bi texmîna me ev fikira jî tînê wê rastyê, ku êzdîtî ji wan yekem dînê kevnare, ku ji berî pêshdahatina Pêxembera hebûye û bawarî ji yekîtya Xwedê, Ezda anye. U’lm da wa tê gotin: „Ferwar hatiye ji ba melekê celîl, hemû dema û hemû bedîl, berî Mûsa û Îsa û Birahîm Xelîl“.
Bi texmîna min wezîfa pêxemberan ku olên din da besher dikin, ezdayê da wê rolê Tawisî Melek dilîze. Eva jî nîshan dide ku ola ezdayê ji berî olên bi pêxember hebûye, dînekî e’zmanî ye, ji qewata beshera bilindtire…Bi kiryamet û heqya ezmanî Xwedê tek kare bê teref, bê cudayatya olî cihanê, jîyanê, temamya e’vdan, besheran, ruhberan binhêre, xêr û shera ji hev bashqeke, ji alyê tu kesî da li ser kesî zordaryê, neheqyê qebûl neke. Eger êzdîtî çawa bawarî ji pey olên bi pêxember û bi kitêbên pîroz ra pêsda hatibya usane ewê jî li ser navê pêxemberekî bûya û kitêba wêye pîroz jî wê bihata nivîsar.
Sedsala 11 an, dema SHîxadî da, qonaxeke nû di nava ezdîtyê da dest pê kir. Hatina SHîxadî li nav Êzdîyan bûyareke mezin bû ne tenê di jîyana civakên vê bawaryê da, lê di qewimandinên Rojhilatê yên wê demê da. Be’sa hatina SHîxadî zû bela dibe. Ji her dera oldarên mezin, sofî, bawarmend, merivên bi nav û deng xwe wê derê digrin, tên, ku kiryametên SHîxadî bi çevê xwe bivînin. Rast gotî fikira hatina gelek ji wan, çawa edeba dînê Êzdya da jî dîhar dibe ne ya qencyê bûye. Pirs pêjda tê çima guhdarya der-doran ewqas pir li ser wê hatinê bûye?
Bi texmîna me sebebê hîmlî ew bûye ku ola êzdîtyê li ser rya qulibandina evdên kurd û dagerkirina Kurdistanê astengîke pir mezin bûye. Êzdîtî shikênandin pir dijwer bûye. Zanibûn ku hatina zanyarekî wek SHîxadî, sofî û fîlîsofekî dema xweyî mezin, bi kiryamet, herêmê da bi nav û deng wê ruhekî nû bide wê bawaryê û dijweryên dijî wan wê bêtir xurt bibin.
Helbet civaka Êzdîyan jî SHîxadî zû qebûl nekirin. Bi saya kiryamet, zanyarî û sirra xwe, ya Tawisî Melek (çawa di nav u’lmê êzdîtyê da tê gotin) ewî nava civakê da xwe da qebûlkirin, rûpelekî nû di nav vê bawaryê da vekir…
Êzdîtî, ku bikaribe ji ber êrîshên der-doran xwe biparêze (we demê ew êrîsh ji derva pir bi hêz, dijwertir û xeter bûbûn) hewcê rêformên xweparastinê bû. SHîxadî di nav vê civakê da hîmê sed-hedeke nû danî. Û anegorî wê sed û hedê jî bi texmîna me hinek tisht hatine guhestin, felsefa sirrê û xweparastinê nava Ezdayê da xurt bû, dewsa navên pîroz yên berê (xêncî Tawisî Melek) navên din hatine nav vê bawaryê, bingeha xwedênasyê, bîr û bawaryan mane mîna berê. Li Lalisha Nûranî medreseke dîndaryê ya xurt ava kir. Navê xweyî mezin nava êzdîtyê da nivîsî, bû rêberê wêyî heta hetê. Bandora SHîxadî li ser civaka Êzdî ewqas mezin bû, ku ji pey wî ra jî u’lmê bawarya êzdîtyê çawa u’lmê SHîxadî hate navkirin. Heta qewl, beyt, kitêbên Êzdîyan yên pîroz û rêform-guhertinan ku payê pirê dema SHêx Hesen, lawê SHîxadyê duda da pêk hatin tev bi navê Sîxadî va tên girêdan.
Ezdîtya berî SHîxadî, bi rastî jî hîmlî di bin perda navê wî da ma. Çi bi ci va hate guhertin di nava terîyê da maye, berovajî her tishtê ji pey ra çêbûyî rind hatine xweyîkirin û gihîshtye me. Gelo eva yeka qestî, bi merem ne hatye kirin? Nêtek di vê sirrê da tune? Yan dijweryên van sedsalên dewyê, yên xezev tishtên kevn tev ji bîra xelqê shûshtune, birine… Eva pirseke pir girînge, ku niha pêshya lêkolînvan û zanyarên êzdîtyê sekinye.
Dînê êzdityê u’lmê ronayê û shewqê ye. Êzdî rojê dihebînin. Sibê shebeqê serê xwe li ber xwedanê xwe datînin. Dema mirya dikine çel bere wî berbi rojhilatê dikin. Sonda evdên Êzdî SHems û SHêshimse. Ji berî rojyê ÊZÎ û Xudana rojyê SHêshims digrin.
Êzdîtyê da nijarperestî tune: Êzdî dema due’a dikin, dibêjin: “Xwedê tu pêshyê bidî 72 miletî pashê bidî me.” Hinek qewl, beyt, çîrok û tishtên u’lmê êzdîtyê yên din dîyarî shexsyetên dîrokî, heta yên ne Êzdî jî hatine kirin, kîjan bi kirên xwe alyê rastyê, re’mê û heqyê bûne û di demên dîrokî, yên giran da bi çevê rastyê û re’mê êzdîyan nihêrîne, destê alîkaryê dirêjî wan kirine. (Qewlê H’elec, Yêzîdê lawê Mua’wî, Sultanê SHamê).
Rola ûlmê bawarya Êzdîyan mezine di jîyankirina, pêshxistin û dewlemendkirina zimanê kurdî da. Dema zimanên olên desthiletdar, zimanên gelek gelên wek kurdan di bin xwe da dipelçiqandin, çel dikirin, bi shûrê tunekirinê dibirîn, Êzdîyan bi xûna xwe ev u’lmê bi kurdî xweyî kirin, e’yd-e’refat, shîn û shayî, due’ayê xwe tek bi zimanê xweyî shîrin dikirin. Pêshya bi kurdîke xwesh, kurmancîke delale dewlemend, bi zimanekî maqûl ev u’lma ji mera hîshtine. Di werê zimanzanî da bi dereca akadêmî lêkolînkirina vê e’debê wê ne ku tenê ferhenga zimanê kurdî zengînke, lê ronayîkê bavêje li ser hinek pirsên giramatîk û zimanzanya Kurdî.
Çawa me jorê jî got ev u’lmê kurdewarî û Kurdistanî, gelekî kûr, pirserecem û pirqet e. Mebesa min nine di vê gotara kurt da li ser her pirseke êzdîtyê bisekinim, analîzkim, girêfûtka vekim, serxet û binxeta qewl, beyt û berhemên din shirovekim, xwestina min ew e ku rastya vê bawaryê ji xwe û xwendevana ra eshkerekim. Usa jî dûrî daxweza min e vê gotarê da u’lm û Xwedênasya olan himberî hev bikim, ji bo pey her olekê bi mîlyonan bawarmend sekinîne, bawarîya her kesî ra hurmeta min heye û wek Êzdî dibêjin: „ Dînê her evdekî bira jê pîroz be.“
Tu bawarî dijî hev nînin. Hukumdar ji bo kara xwe olekê çawa çek dijî evdên ola din didin kêranîn. Navbera olan, milet û netewada neyartyê çê dikin.
Lêkolîna ulmê ayîna dînê Êzdîtyê ez anîme wê fikirê ku ev ola xwedênas pir kevn e, ola evdên sadeye. Her xwestinên wê olê seva hemyan xezayî, zelal û sadene. Li vê olê da Xwedê, melek û milyaket, horî û yên me çêtir (qenc yan xirav) besher yan rohê wan nînin, e’vd, î’san, ruhber tev bal wan yekin. Teva bi çevekî dinhêrin, bêyî cudetya bawaryê, miletyê, ziman, reng, zengînbûnê…Wê bawaryê da tune ku evd tev gotî bêne li ser bawarya wî…E’vd tev jî e’vdê Xwedêne, ruhberin…Ya sereke ewe ku xwedênasbin. Bawarya xwe bi Xwedê bînin. Raste, ji pey hatina SHîxadî ra hinek guhertin ketine êzdîtyê, lê dîsa di bawarya e’vdên Êzdî da ew xwedênasya heq û zelale ya surishtîye berê ma…Bi texmîna me qewata êzdîtyê hema xezayî û zelalya xwe da ne. Ji bo wê jî bi hezaran salan hukumdarên bawaryê din çi bêjî dikin, nikarin koka êzdîtyê ji dilê xelkê bi qetînin, derxin…
Pirs pêjda tê eger êzdîtî dînekî ewqasî qenc e, bawarya Xwedênasyê, heqî, rastî û re’mê ye, çima bi dewrana ji alyê hukumdarên bawarî û bawarmendên olên din va (nav da Kurdên musulman jî) ev civaka nav kirine bêxweda, kafir, dêwparast, heram; nan, xwerin, destkuja wan nexwerine, heta silav dayîna wan jî heram kirine, pêra jî qetilkirin û talankirina malê wan ji xwe helal kirine, jinên wan xwe ra birine, yan bazarên rojhilatê da çawa kole firotine. Ev fikira salaye bi hukim, bûye sebebê qetlemên mezin, fermanên birakujyê…
Min, wek nivîskarekî Kurd bi lêkolînkirina u’lmê vî dînî xwest sura vê pirsgirêkê him ji bo xwe, him jî xwendevanê xwe ra zelalkim.
Ez ne oldarim, ne olperestim, ne jî nijarperestim. Ez nivîskarekî Kurdim ku di dewrana Komûnîstyê welatê Sovyêtê da mezin bûme. Ji min ra bawarî û sonda here mezin AZADÎ ya evd e, ji hev femkirin, ji hev bawarkirin, biratî û pismamtîya gelên cihanê û ji xezeva dagerkiran rizgarya welatê min KURDISTANÊ ye.
Rewshembirên dewra sovyêtê bi rastî ne atêîstên sert bûn, ne jî olperestên kore fanatîk, bi gorî felsefa Dîalêktîka Matêrîalîstyê cihanê, jîyanê û bûyaran dinhêrîn. Di gorî wê felsefa zanyaryê matêrya, jîyan time di nav he’jê, pêshdaçûyînê da didîtin.
Rast gotî gelek dogmên dîndaryê ji min ra xerîbin û dûrî zanyarya îroyî ne. Ez bi hurmet nêzîkî wan dibim lê ji min ra rastya wan wek rastya çîrokên gelêrî ye. Li welatê Sovyêtê nava civaka da pirsên shexsa yên olî gelek kêm yan jî pir bi serra dihatne holê…Seva dîn, bawaryê zordarî yan biçûkdîtina nefsî li ser tu kesî tunebû. Ne jî ze’metyên kal-bavan, ku dest bîr-bawaryên hukumdarên dewra xwe kishandibûn diketin bîra me…Me tirê ew dijwerî dewranên çûyî ra êdî çûne û pashda nayên. Raste extyarê me di wî werî da hinek tisht digotin û ji hinek peyvan disilikîn, carna ji me gazin jî bûn lê nivshê me ew bîranîn çawa tîshten derbazbûyî, sebebên bêtifaqyê û pashmayînên fêodalîyê didîtin û bêxem nêzîkî wan dibûn.

 

Ji pey hilweshîna Sovyêtê ra, hidûdên pola yên dora me vebûn û carekê va waneyên rastya jîyan civak û miletan li ber me vebûn. Sîyasya hukumdara ya olî hê nava mejûyê evd da pir xurte. Heta niha jî ol destê hukumdaran da çawa çeka here xeter tê xebatê. Bi xûna evdên bawarnende dilsax hukumdar digihîjin text û tacên zêr, bilindayan. Fanatîkên dilsax xwe dikin qurbana xwestekên hukumdarên nêt nepaqij. Min dît ku dîndarya kor li nav gelê Kurd da hê jî xurte… Ji navê olê ji alyê hineka da navê welat, tifaq û azadya Kurdistanê jî tê qurbankirin. Payê oldarên dîn û meshebên Kurdistanî yên pirê ji bo azadyî û pêshketina Kurdan, tifaq û yekîtya wan nebûne qewatên hevgirtinê. Hukumdarên welatê Kurdan ra jî ew yek pêwîst e. Dagerkir pishtgirya wê sîyasya xirav dikin û dixwezin nakokyên nav ola da xurtbin. Ji wê yekê teva pirtir zîyan digîhîje Kurdên Êzdî. Kurdên Êzdî ne tenê zulma dagerkiran lê usa jî zordarya olperestên Kurd gazinin. Heta roja îro jî Tirkya di nasnema hemweletîyê xwe yên Êzdî da, li ber cîyê olê dinivîsin dînsiz. Li Îreqê, dema Sedem da bi dewletî Êzdî ça e’reb dihatin dîtin. Usa hatye standin, ku Êzdî ji dest cudetî û zordarya olî werên kal-bavên xwe heta niha jî dihêlin û direvne Ewropayê…Kurdistana Bakûr da bawarkî Êzdî ne mane, Bashûr Rojava da werên Êzdîyan sêrek dibin, ji Bashûr jî rev heye. Raste van salê dewyê berbirbûna gelê Kurd berbi Kurdên êzdî hevkî nerm bûye, lê fikirên bi dewrana ketine serê xelkê guhestin pir dijwer e. Navê Êzdîtyê li nav kurdên Musulman da ewqas hatye bêrûmetkirin, ku niha gelek rewshembîr, ku dixwezin Êzdya jî ji bîr bînin, hela nikarin peyva ÊZDÎ bêjîn, dibêjin: „birayê meye Zerdeshtî...“
Vê pirsê da sûcê evdên sade nîne. Gune yê wan e yên ku rastya meselê zanin, lê xelkê ra nabêjin.
Peyvek heye ku Êzdî pir jê a’cizin û dema ji devê evdekî olên din dibihîn pir diqehirin, Êzdî nav nadin û jêra dibêjin: peyva xirav- xebera xirav ( Ez wê peyvê nanivîsim ku Êzdî nexeyîdin). Bi rast gotî evdên Êzdî, gelek mena wê peyvê jî nizanin, lê dema wê xeberê dibîhîn pir dixeyîdin, diqehirin. Der-dor jî, hîmlî Kurdên musulman, eger dixwezin êzdîyan bêshînin, biçûkkin, kenê xwe wan bikin, carna jî giva „bi laqirdî“ wê peyvê dibêjin. Heta hinek „hevalên“ min jî bin pozê xwe da kenya ne û me’niya wê „gotinê“ ji min pirsîne…
Wê peyvê bi shashî melekê Êzdîyan yê herî pîroz navê Tawisî Melek (serokê meleka) va girê didin. Di nav u’lmên olên din da mena peyva xirav dêw e, yan melekê xiravyê, neqenciyê û êzdiyan jî hesav dikin civakeke usa ku melekê xiravyê dihebînin, bêxwedêne, dêwperest in.
Nasbûna min u’lmê dînê Êzdîyatyê ra ez anîme wê bawaryê, ku dînê Êzdîyan bawarîke Xwedênasyêye pir kevnar e, ya heqyê, re’mê axret û îmanê ye. Min tu fikireke xirav, tu xwestineke dijî kesî, biçûkirina tu bawaryê, besherê, nevsê, kushtin û qeltikirna kesî u’lmê vî dînî da nedît. Ev peyvên, ku têne gotin di nav tu cimleke u’lmê bawarya Êzdya da tune. Êzdîtî nikare hebandina Melekê xiravyê, dêwperestî be. Ji bo hîmê wê bawaryê da hebandina here jorîn EZDA ye, Xwedê ye… Xwedê li bawarya Êzdîyan da yeke, bê heval û bê shirîke. Qencî jî xiravî jî ji Xwedê tên…Ew herd xeyset dijî hevin lê bi hevra ne. Çawa di nava surushtê da mirin û jîyan, ronayî û terî, ken û girî, meqqledûzê da serê pilyûs û serê mînûs dijî hevin lê bi hevra ne, bêyî yekî ya din nikare hebe… Ûsane Êzdî bawarya xwe bi qewatên surushtê tînin. Kîjana da qencî jî heye, xiravî jî…Bêyî yekbûn, hevgirtin, hevkarya herdu alyan jîyan nikare berdewanbe, pêshda here, nû bibe.Usane li nav bawarya Êzdya da Melekê xiravyê, neqencyê nikare hebe. Êzdtyê da dûalîzm tune.
Bi texmîna min u’lmê vê bawaryê usa pir dewlemend, makkirî, hevgirtî, kûr û dûre, xwedênasî, heqî, wekehevtî li ser asteke usan bilind hatine danîn, ku bi „rastyên“ usan nikarin nava wê da qelshê vekin, di çevê bawarmenda da wê bêrûmetkin, ji bo wê jî nerastî, sher û shiltaxên bê hîm xêrnexwezan berê-berê da anîne Êzdityê va girê dane…Ku bi wî teherî karibin der-dora rakin dijî Êzdiyan, wan bi zora shûr, qirkirinê holê rakin, bi wan nerastyan êzdîtyê çawa ruhê kurdîtyê, ziman û zarê due’a, dirozge, girî û shabûna wê, çawa tishtekî dijî xwedênasyê çevên e’vdên Kurd da bêrûmet bikin û dewsê bigrin.
Bûyarên dîrokî nîshan didin, ku ji alyê bawaryên nû da mîna bawaryên din êzditayî zû nehate shkênandin, tesmîl nebû. Zû dewsa xwe neda oleke din. Kurdistan ew walatê tenê bû, ku pêvajoya, xaçparêzkirin, pashê jî îslamkirinê da pir ber xwe da, ew prosês pir dijwer, dirêj û bi dewrana kishand. Kurdeyatî alt nedibû, zimanê kurdî cîyê xwe nedida tu zimanî. Dagerkiran rind zanibûn ku ruhê kurdewarî di nav êzdîtyê dane. Êzditî tunekirin, tunekirina kurdetyê ye. Û berê shûrê neyartyê dane berbi wê civakê. Vê carê shûr xebitî, êrîsh pey êrîshan, ferman pey fermanan Kurdistan kavil kirin. Heta îro jî ji bo tunekirina gelê Kurd shûr û zordarî têne xebatê. Lê çi jî dikin ew ruh dilê Kurda da namire.
Ronakbirê Ermenya yê sedsala 19 an Xaçatûr Abovyan sala 1845 an diçe nava Kurdan û du gotarên dîrokî derheqa wan da dinivîse: navê yekê KURD e, ya din ÊZDÎ. Sala 1848 a li bajarê Tilvîsê pojnema KAVKAZ da berê gotara Kurd, çend meh shûnda jî ya ÊZDÎ bi zimanê rûsî tên weshandin. Gotara ÊZDÎ da ew tê ser vê fikirê: „ Ev hemû me tînin li ser wê fikirê, wekî ev cimet (Êzdî, E.B) dêwperest hatye navkirin tek rûyê wê yekê da, ku cimetên cînar li wana kirine e’ynat…Ew cime’tên cînar bi fanatîzma xwe e’yanin, k’emala qanûnê wane (Êzdîyan. E.B) dînî fem nakin, loma jî nikarin bigihîjne wê felsefa moralyê…“(7)
„Eger em …bi heqî û dûrbînî bifikirin, wî çaxî emê ecêvmayî bimînin, ku ew çawane, wekî cimeteke waye nexwendî ya koçar (Êzdî. E.B.) karibûye bigihîje fe’mdarya vî teherîye kûre zanyarî.“(8)
Dagerkirên civak û olî, ku bêtifaqyê bikin li nav gelê kurd, welatê wan bin hukumê xwe da xweyîkin, ziman, çand û rohê miletyê di nav wan da bidin kushtin, çeka dîndijminatyê ya xetar çqas kêfa wan hatye bi destê fanatîk, cahil û xweyînên xwexatyê dijî kurdên Êzdî dane kêranîn. Bi wan sher-shiltaxan mejûyê hinek kurdan bi afyona olê jerdadayî kirin e, alyê din jî xelqê bê sûc-guneh qir kirin e, mal-hal keda wan talan kirin e, shewitandin e, zimanê wan birîn e, welatê wan kirin e gola xûnê, cîyê zulm û zorê. Û bi wî cûreyî him Kurdistan, him jî bawarya ewdên Kurd hêdî-hêdî dager kirine.
Lê Êzdi çima heta niha jî nikarin rastya xwe biparêzin? Çima ji xebera xirav disilikin, dixeyîdin? Çima rastya dînê xwe nîshanî cihanê nadin?
Ya ewlin ewe kesî guh nadye dengê Êzdiyan. Heta vê sedsala dewî jî, kê ji Êzdîyan dengê xwe kirye bi devê shûr jê ra axivîne. Pelên dîrokê nîshan didin, ku kêmin ew mîrên Êzdîyan, Extyarên Mergê û oldarên mezin ku bi mirina xwe ya xezayî wefet bûbin. Êzdî jî mecbûr mane rastya xwe kesî ra nebêjin, xwe ker bikin.
Ya dudan çawa dîrokzanê Kurd SHekir Fetah* dibêje : „ Ev navê (navê dêw, xebera xirav) li dewyê xistine ser Êzdiyan da ku wana pê bishkênin- çunku bawarya wan ji ya Îslamê cihêye-mîna ku mele Yehya ê Mizûrî we kiriye, dema ku xweast tola xwe li malbeta mîrê Êzdîyan veke, wilo xelk tê gehandin ku Êzdî zendîq û kafirin, lewma bi navê ola Îslamê fermana wan rakir.“(9)
Ya sisyan qewata Êzdyan, ne ya zanyarî, ne jî ya fîzîkî têrê nekirye ku bikaribin dijî qewat û fikirên dagerkir û desthilatdaran derên. Dewletên qewat, xweyê leshkerên giran, hîmê aborîyî mezin, û sîyasya deshilatdar, bêhesav zanyarên bawarmend, mejûyên bi aqil, Bi hezara dêr û mizgevtên di nav zêr û cewahera da pêçayî, bi mîlyonan fanatîkên nezan…Êzdî ji civakeke nexwendî, feqîr, zêrandî, pelçiqandî, bê maf û bê pisht, Lalisheke wêrankirye, belengaz…Di vî halî da wê çawa dengê Êzdiyan bihata bihîstin…
Niha sifet û rastya wê sîyasîyê rind tê xanê. Meremê hîmlî tenê tunekirina êzdîtyê nî bûye (sher ne seva dîn û bawaryê bûye). Merem asîmlekirin, tunekirina gelê Kurd, Kurdistanê bûye. Eger ew sher dijî êzdîtyê bûye, niha, dema sedî nodê Kurdan musulman in, çima dîsa dewletên ola wan musulmanî ye Kurda nayên remê, çima tu lîdêrekî weleten îslamê, tu hukumatek, dewletek, navda oldarên îslamê, zanyar û bawarmendên wan ne ku pishtgirya Kurdan nakin lê neyartyê kurda ra dikin, xwestina wan ji holê rakirina gelê Kurd e. Çi ye sebeb? Ne Kurd jî musulman in?... Kurd tek seva mafê xwe yê îsanî sher dikin. Wanra yek nîne musulman çi milete, bi çi zimanî diaxive? Çima naxwezin dewletek musulmanî ya Kurda jî çê bive?
Min ji devê gelek meznên Kurdên êzdî bihîstye, dibêjin: Desthilatdarên Îreq, Tirkyayê, Sûryayê jî niha me (Êzdyan) ra dibêjin, hûn Êzdî miletekî belengazîn, hûn Kurd nînin, karê we bi Kurdan neketye, hûn nekevne nav vê dozê, dewa me bi wera nîne, Kurda ra ne…
Sedsalek-dudu berê dew bi êzdîtyê ra bû, niha jî dema taqet êdî êzdîtyê da nemaye û ruhê kurdîtyê di nav Kurda da hishyar û bi hêz bûye êdî berê xwe dane ne olê, lê kurdîtyê…
Dijwer nîne êdî bê dîtin, ku heta roja îroyîn jî cihanê da gelek hêz û girûp, usa jî dewletên xwe XWEDÊNAS divînin, di bin perda xwedênasî-heqîya dîndaryê ya sexte da qetil û qanên nemerivayê ye zulm dikin, bi wan „bawarî“ û „alan“ bi xûna evdên dilsax e bawarmend meremên xwe yên dagerkirinê, talankirinê, hêsîrkirin û qûlkirina miletan, pêk tînin…Gelê kurd qurbanekî sextekarya hukumdarên ROJHILATÊ ya bi dewranan e…


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -