TAWIS (SENCEQ) DI ERMENISTANÊ DE

Xanna Omerxalî
Nabe ku mirovekî Êzdî di emrê xwe da, carekê di derheqa “Tawisê” yan jî “Senceqê“ de nebihîstibe – nîşana serokê melekan – Tawisî Melek. Nîşan, ser û dora kîjanê gelek çîrok, serencam û serhatiyên cûre cûre hatine efrandinê û têne gotinê.
Van paşwextiya de geleka ji min pirs dikirin, gelo ew “Senceqa“ ku Qewalan di dema destpêka Şerê Cîhanê ewlîn de hîştibûne li wan deverên Serhedê de (ku diketine bin hukumê Impiratoriya Rûsiyayê de) kîderê veşartî ye, yan jî di mala kî mirovî de ne...
Serencama wê „Tawisê“, kîjan miqîm yek ji wan heft “Tawisên” kevin e, ku li Ermenistanê dihate xweyîkirinê, di nava Êzdîxanê de ne ewqasî eyan bû. Êzdiyan ciyê xweyîkirina “Tawisê” (kîjanê re Êzdiyên Ermenistanê dibêjin “Tawisa ‘Enzel”) li ber tirsa bêxwedêtiya Komûnîstan nedikirine eyan, çawa ji ber şil‘etê (şir‘etê), wisa jî ji ber gelek komên Êzdiyan. Hineka digotin ku ew “Tawisa” li bahaxaneke (mûzêûm) Ermenistanê de ne, hineka jî digotin ku ew “Tawisa” di erdê Qersê de (di dema rev-bezê ji ber zulma Roma Reş) veşartine, ku nekeve destê dîndijminên xûnxwer.
Dema meha Çiriya ewlîn (Cotmeh) ez li Ermenistanê bûme mêvan, û min bi bexteweriyeke mezin ve, ew “Tawisa ‘Enzel”, bi çevê xwe dît.
Nêta min di vê gotarê de ne ew e ku ez eyankirinê serencama efirandina her heft “Tawisan” bi zanistî û ciyê xweyîkirinên wan bi hûr gilî bidim kifşê. Helbet şirovekirina vê fikrê wê biba lêkolîneke hewaskar û pirqîmet, kîjanê re hewce ye wextekî mayîn. Nêta here sereke ya vê gotarê ew e, ku civakên Êzdiyan bi hebûna yek ji wan her heft “Tawisan” di nav civaka Êzdîxana Ermenistanê de bibhîzin, bizanbin ew çawa ne, bi çi cûreyî ye û wisa jî serencama xweyîkirina wê. Ez di pêşî de dixwezim çend giliyan di derheqa rîtûala “Tawis Gêranê” û heft sembolên pîroz – “Tawisa” (“Senceqa“) – de bêjim.
Hetanî salên dehan ji sedsala buhurî, Qewal hê dihatin û “Tawis” li nav wan civakên Êzdiyan de digerandin, ku bi destê felekê wergahastî û cîwer bibûn ser axa qezayên Qersê, Bazîdê û Surmeliyê.
„Tawis Gêran“. Wek qirarên ola Êzdiyatiyê salê du caran (berê heft deveran) Qewal “Tawisan” li nava Civakên Êzdiyan de tevî def û şibaba, didine gerandinê. Qewalan pirsên ayîn û qirarên dînê Êzdiyatiyê şirovedikirin, Qewl û Beyt digotin, Dua û Dirozge dikirin, xortên Êzdiyan hînî (fêrî) Qewlan û Beytan dikirin, û maşê “Tawisê” ji bona Lalişa Nûranî berhev dikirin û wisa jî gelek pirsên civakên Êzdiyên mayîn (der) belav û safî dikirin. Ewana demekî dirêj ve di nava civakên Êzdiyan de dimane, gund bi gund, cî cîna jî mal bi mal digeriyan.
Hatina Qewalan cara paşîn di nava Êzdiyên Rûsiyayê de. Cara paşîn, neh Qewal ji gundên Başîk û Behzanê, û yek ji wan jî ji gundê Baadirê, hatine nava Êzdiyên qeza Qersê (berê Rûsiya), û piştî destpêka şêr, nikarîbûne paşde vegeriyana û wextekî pir dirêj di nava wê civakê de mane. Çevkanî û îsbatiyan vê elemetiyê, daxuyaniyeke1. bi qolê “surî” ve ye, ku di derê de tê destnîşankirinê, ku ji wan, 4 kes li ser erdê Rûsiyayê mirine, û 5 kes jî paşde vegeriyane malên xwe.
Navê wan Qewalan yên li Rûsiyayê çûne ber rehma Xwedê:
- Qewal ‘Elî kurê Qewal Reşo;
- Qewal Hisên kurê Qewal Mado;
- Qewal Xelo kurê Qewal Xidir ji gundê Başîkê;
- Qewal Hesen kurê Qewal Xidir ji gundê Behzanê.
Navê wan Qewalan yên paşde vegeriyane malên xwe:
- Qewal Elyas kurê Qewal Biro;
- Qewal Reşo kurê Qewal Mirad;
- Qewal Hacî kurê Qewal ‘Elî ji gundê Başikê;
- Qewal Reşîd kurê Qewal Hacî ji gundê Behzanê;
- Qewal Hisên kurê Qewal Ado ji gundê Baadrê.
Êzdiyên Ermenistanê digotin ku du kes ji wan çar Qewalan di goristana gundê Sengerê de (nehiya Axbaranê) hatine heq kirinê. Bi rastî jî, extiyarên wî gundî, di nav goristanê kevn da, du mezelên kevn yên Qewalan, nîşanî min kirin, û di ser de jî navê yekî rind dihate bîra wan – Qewal Hisên.
Wêne 2. Mezelê qewal Hisên. Senger, 10.2007. Ermenistan.
Tawis. Tawis (çend sedsal pêş de bi navekî – duda wek „Senceq“ jî tê gotinê) – yek ji sembolên Êzdiyan yên pîroz boy navê Tawisî Melek e. Di demê buhurî de cem êzdiyan heft “Tawis” hebûne û bi van navan hatine naskirinê:
- Tawisa Enzelî (Tawisa Êzî);
- Tawisa Şingalê;
- Tawisa Helebê;
- Tawisa Xalitiya;
- Tawisa Zozana;
- Tawisa Miskoviya (Misqofa);
- Tawisa Tewrêzê / Tebrêzê 2.
Her “Tawisek” ser navê Mîrgeha Êzdiyan (wek Şêxan, Şingal, Heleb, û hwd.) hatiye naskirinê. Di pêşî da, Qewalan wextê “Tawis Gêranê”, ew her heft “Tawis” jî digerandin û her yek dibirine deveran ser navê wan. Lê vê demê, Qewal “Tawisê” digerînin di Deverên Şêxanê û Şingalê de. Her wisa jî dibêjin, ku eva du sê sal e, çawa Qewal “Tawis” di nav Êzdiyên Suriyeyê jî digerînin.
Serencama Tawisê di Ermenistanê de. “Tawisa” Ermenistanê di Ocaxa Şêxê Şêxûbekira, Ezîzê kurê Mirazê Hisoyê Feqîr Ozman, li gundê Ciraratê Qeza Armavîrê de, hatiye sipartinê. Serhatiya sipartin û xweyîkirina wê “Tawisê” bi devê Şêx Ezîz û bi destûriya wî ku tê destnîşankirinê ewa ye:
Yek ji wan heft “Tawisa” li Sînekê, qeza Qersê, li ba Feqîr Ozman ji Ocaxa Şêxê Şêxûbekira, hatibû sipartinê. Nêzîkaya salên dehan ji sedsaliya buhurî da, Mîr Îsmayîl tê Qersê, ta ku ewê “Tawisê” bibe Lalişê, lê civaka Êzdiyan yê wê qezayê lavayî û dîleka wî dikin ku “Tawisê” di nav wan de bihêlin. Çûyîn û hatina civaka Êzdiyên di vê qezayê de (û wisa jî ji qezayên mayîn yên ku ketibûn bin destê Rûsiyayê) bi mehna Şerê Cîhanê yê yekem, hatibûn birînê, lema jî Mîr Îsmayîl destûra hîştina “Tawisê” dide û dua li mayîna wê sembola pîroz li ber Xwedanê Feqîr Ozman dike.
Di sala 1918-an de, Roma Reş, dîsa ne bi xêr, careke din li Êzdiya tê xezebê û dest bi qirkirina wan dike. Ber xezeb û zulma Roma Reş tevî hezaran hêsîrên Êzdiyan yê qetlê filitîbûn, Feqîr Ozman jî tenê xurca “Tawisê” li ser milan, li ser cemê Erezê re derbas dibin û xilas dibin. Feqîr Ozman diçe gundê Sengerê di nava Mirîdên xwe de cîwer dibe. Paşê dibe xweyî mal, Ocax û Xwedan ser ku derê jî, xurca “Tawisê” tevî nîşanên ziyaretî yên mayîn, tê xweyîkirinê. Bi vî cûreyî “Tawis” derdikeve ser erda Ermenistanê û tê xilas kirinê.
Di salên bîstan de ji sedsala buhurî de, wextê qirar û qanûnên Dewleta Şêwrê, bîr û bawerî, dîn û hebandina Xwedê, qedexe dikirin, Êzdî jî ditirsiyan, aşkere rê û rismên dînê xwe wek qirara olê bidine qetandinê. Lewma jî hebûna wê “Tawisê” çawa mala Şêx Hisoyê Feqîr Ozman de (paşê jî kurê wî Şêx Mirazê) li gundê Sengerê, wisa jî nava Êzdîxana Ermenistanê de, dihate veşartinê û nedihate aşkere kirinê hetanî salên destpêka hilweşandina Dewleta Şêwrê (1990). Di sala 1973 an de, malbata bavê Şêx Ezîz – Şêx Mirazê Hisoyê Feqîr Ozman – werguhastî dibin û têne gundê Qurû Erez li qeza Armavîrê de cîwer dibin.
Di sala 1983-an de, Şêx Mirazê Hiso diçe ber rehma Xwedê. Ji wir û şûnde, herdu kurên cahil yên Şêx Mirazê, Ezîz û Elî tevî jinbava (dêmarî) xwe Meyrê û keçika wê ber Ocaxa tevî “Tawisê” qulixiyê dikin. Di sala 1990-î de, Şêx Mawî ji Mala Mîra tê Ermenistanê û diçe mala Şêx Mirazê bi wê fikrê ku tevî “Tawisê” paşde vegere. Lê feqet peymanên wî nayêne qebûl kirinê û bi vî cûreyî, xwestin û mirazê Şêx Mawî nayê hasil kirinê.
Xêlekî şûnde, di salên 1991 de, wextê hilweşandina Dîwana Şêwrê li Ermenistanê de, di dema pir xirab de, bêxweyîbûnê û tevlihevbûnê, dîsa “nêçîra Tawisê” – yek ji sembolên baweriya Êzdiyan yên lapî pîroz – dest pê dibe. Nav tûra wan “nêçîrvana” de çend Êzdî bûne dînfiroş, heramzade, cesûs û yên ku ebûra rûyê wan tune bûne, tevî herebaşiyê Ermenî nêta kîjana ew bû, ku esseyî ewê “Tawisê” dest bînin û axiriyê jî bi qîmetekî pir mezin ve bifroşine ser bikirçiya (ewana perê qalim soz dabûn). Ewana hazir bûn her tiştî bikin, ber tiştekî nesekinin, her tek tenê bighejine qetandina nêta xweyî qilêr. Ewana ya xwe kiribûne yek ku bi destê zorê û tirsandinê yan jî bi qeweta pera ji cem Meyrê (jinbava Şêx Ezîzê) ewî Şexsê Êzdiyayî pir pîroz hildin.
Lê armanca wan miyeser nebû, ji boy wê yekê ku hê di nava Êzdiyan de mêrê bi xîret û dînhiz hene. Wextê apê Ezîz – Têmûrê Hiso – wê pilana qilêr dihese û ji cem jinbira xwe “Tawisê” hiltîne û bi dizîka ve bi emanetî dispêre Ocaxa mirovekî xudanesil û xudanbext, zehmetkêşê dîn û milet – Ûsoyê Eliyê Fariz, ji qebîla Bûdiya li gundê Qurû Erez.
Ew nemirovên ku ketibûne pey “Tawisê”, zapitên polîseya nehiyê û qulixciyê, wan jî tevî wê “nêçîrê” kiribûn – gelek tiştên xêlif ji wan re qise kiribûn û gotibûn ku di mala Ûsoyê Elî de Êzdiya tiştekî xweyî pîroz veşartine, kîjan “neqişandî ye kevirên bi qîmet ve, wek almaz”. Hatina erebê polîsa tevî wan cesûsên Êzdî ve hê ne gihîştî kenarê gund, rê ve xêrxwezekî wê malê dibîne û bi leztî cahaba nexêriyê digehîne Ûsoyê Elî. Kurê Ûso bi leze-lez “Tawisê” ji mal derdixin û nava qamûşê çimçima li pişta mala wan, vedişêrin. Hema deqe-deqe pey veşartina “Tawisê” re çend erebê polîsa tije çekdar tê de tên û ber derê Ûsoyê Elî disekinin, peya dibin û bi destxwera pirs dikin ew tiştê “gulover ku neqişandî ye kevirên bi qîmet ve, wek almaz” li ku ye, û dest pê dikin wî tiştî hemû û her dera digerin, nava, bin û ser hemû tiştî de. Çend seheta de temamiya malê (çiqas avayê malê hebûne) serûbinî dikin, zirareke mezin didine wî qapî lê tu tiştekî wisa nabînin û poşman paşde diçin. Çend roja şûnde dîsa ji nişkêva ew koma çekdaran tevî polîsan tên û careke mayîn jî malê gişkî tev li hev dikin, lê dîsa tiştekî nabînin û paşde diçin.
Lê heta xilasiya sala 1991-ê de, êdî çend mirov hatibûne kuştinê: Dêmariya Ezîz – Meyrê, qîza Meyrê û apê Ezîz – Têmûrê Hiso. Di pey kuştina heqas meriya re jî, hê ser de jî, neh salan didine Şêx Ezîzê Miraz û dişînine kelê (hebsê).
Wexta Ezîzê Miraz ji kelê zûtir tê berdanê û vedgere ser kuçikê Ocaxa bavê xwe û wisa jî dawiya “nêçîrvana” diseqire û tê edilandinê, wê demê Ûsoyê Eliyê Fariz, ku nêzkaya neh salan “Tawis” di mala xwe de mîna ronaya çavê xwe xweyîkiribû, dîsa paşde tîne û datîne nav Ocaxa Şêx Ezîz de.
Li vir hewce ye bê wekilandinê ku Ûsoyê Elî tevî koma xwe wek mirovne olparêst û xudannav xizmeteke pir qîmet kirin boy ola Êzdiyatiyê bi xweyîkirina “Tawisê” ve. 27-ê Kanûna ewlîn sala 2000 bi hemcimetî û bi dayîna qurbana Tawisî Melek, Ûsoyê Elî “Tawis” ji mala xwe derxist û ber Xwedanê Ocaxa Şêx Ezîzê Miraz “Tawis siyar kir” û tevî temamiya nîşanên pîroz ve teslîmî wê Ocaxê kir.
Piştî demeke kin, Ezîzê Miraz ji gundê Qurû Erez derdikeve û li gundê Ciraratê cîwer dibe. Eva nêzkaya 7 salan e ku “Tawis” Ocaxa Şêx Ezîzê Miraz li gundê Ciraratê qeza Armavîrê bi eşkeratî tê eşaret kirinê, Êzdîxane bê tirs û bi şabûneke mezin tê ber wî Şexsî tiya dibe.
„Tawis siyar kirin“. “Tawis” ser Stêrê malê tevî temamiya nîşanên pîroz, ku di wê Ocaxê de hene, tê xweyîkirinê. “Tawis” her tenê rojên carşema (roja Tawisî Melekê) bi qewlgotinê ve û hê heta roj neçûye ava tê vekirinê (binêrin Video “Tawis siyar kirin”). “Tawis” Şexsekî bi nav û deng e û wisa jî berî “siyar kirinê” gere qurbana Tawisî Melek bê dayinê.
Wêne 3. Tawis siyar kirin. Rzayê Kakê û Şêx Ezîzê Miraz. Cirarat. 10.2007. Ermenistan.
Wêne 4. Tawis siyar kirin. Pîr Rzayê Kakê û Şêx Ezizê Miraz. Cirarat, 10.2007. Ermenistan.
Nîşanên pîroz yên mayîn tevî Tawis. Mala şêx Ezîz de “Tawis” tevî nîşanên pîroz yên mayîn di xurcê de bû, û xurc jî di nava perçê xas de pêçayî bû û ser Stêr danî bû. Wexta “Tawis siyar kirinê” me ev nîşanên pîroz dîtin:
Wêne 5. Tawis. Şêx Ezizê Miraz. Cirarat, 10.2007. Ermenistan
.
Wêne 6. Tawis. Cirarat, 10.2007. Ermenistan
N | Navên nîşanên pîroz | Ji çi çêkiriye | 1 | Tawis | Bronz | 2 | Şelbkê Tawisê | Sifir | 3 | Şelbik | Sifir | 4 | Qûlê reş | Bronz | 5 | Tacê gulî | rîs (hirî) | 6 | Hile | rîs (hirî) | 7 | Xerqe | rîs (hirî) | 8 | Xadimê Nûranî ser benê piştê | Xelekên bronz; Benê piştê ji rîs (hirî) | 9 | „Darikê nezerê“ | Dar | 10 | Moriya Bedenê | du kevirê heva girêdayî bi benikê rîs va | 11 | Berat | axa Lalişê û ava Kaniya Sipî |
Wêne 7. Şelbikê Tawisê.
Her mirovekî êzdî ku salê carekî (wek qirar û ayîna dînê êzdiyatiyê rojekî ji wan rojên ezîz û pîroz) here ber ocaxa Şêx Ezîzê û tiya be ber “Tawisê”, wê xêreke pir giran ji xwe re qazanc bike û wê dua Tawisî Melek ser wan hebe, û wisa jî ziyaretiya wan (dibe ne kêmî ziyaretiya çûyîna ber Lalişê) bê qebûl kirinê. Rojên pîroz bona cûyîna ber “Tawisê” ew rojên çarşema ne (roja Tawisî Melekê) û wisa jî rojên eyda ne (Eyda Ezîd; Eyda Xidir Nebî).
X. Omerxalî
Ermenistan, 2007
1. Kaxezeke nehênî „surî“ ji qayimeqamiya Şêxan, hijmara 26, 21 / Nîsan. 1930. Kopiya vê kaxazê Dr. Хelîl Cindî Raşo nîşanî min kiriye, ewî jî salên 199596 ji Ahmedê Mala Xelîl standibû. 2. Êzidyatî. Wane bo fêrxwazên Êzdiya. Xidirê Pîr Silêman. №1-6, Hewlêr, 1998-2000. 1. Berê „Tawis siyar kirin“. Cirarat, 10.2007. Ermenistan (7.44 deqe) di beşa VIDEO 2. „Tawis siyar kirin“. Crarat, 10.2007. Ermenistan (6.07 deqe) di beşa VIDEO 3. Şirovekirina tiştên ziyaretî. Crarat, 10.2007. Ermenistan (8.26 deqe) di beşa VIDEO  |