| Rasthatin
6 ê heyva Hezîranê, li Mala Êzdîyan (Oldeburg) de rasthatina berfire pêk hat di navbera endemên Komîtêyên rêvabirî û rewşenbîrî yên wê malê û Bngeh Laliş (Duhok) de. Rasthatinê de emade bûn: Ji Bingeh Laliş: serokê Bingeh Laliş yê bere Pîr Xdir Silêman, endemê komîtêya rêvavir, serokê komîtêya Rewşenbîrî Şemo Qasim, , serokê şaxê wê komelê li Almanîyayê (Bîlîfêld) Mirad Mado, endemê komîtêya wane rêvabirî Şêx Xelat, rewşenbîr Sebah Kuncî. Ji Mala Êzdîyan (Oldenburg) hazir bûn serokê Malê Têlîm Tolan, cîgirê serok Şihab Dag, endemen komîtêyên rêvabir û rewşenbîrî Eskerê Boyîk, Mehmet Tekçe, Sadîk Basî û Îlyas Yanc.
Rashatinê de li ser peymana hevkarîya herd komelan ya sala 2000 an hat rawestandin, pêşniyar hatin kirin ku pirsên hevkarya herd komelan di werê çapemenyê, hevguhestina înformasyayê de hê xurttir bikin.
Komîtêya Mala Êzdiyan bal kişand li ser serketina Êzdiyan Başûrê welêt, di bijartinê parlamênta Îraqê yên vê paşwextyê de, pêşnyar kir ku Bingeh Laliş, tevî dezgeh û şexsyetên xêrxwez kar û xebata xwe xurtke, dengê Kurdên êzdî bigihînin deshiletdarîya herêma Kurdistanê, hukumdarîya Îraqê, ji bo hukumata Îreqê ya nû de kursîkî wezîretîyê ji Kurdên êzdî ra hebe.
Ew mafekî heq e, ku Êzdîyan di bijartinan de qazanc kirine.
Mala Êzdîyan (Oldenburg)
06.06.2010
|