| Serxweşî bona malbata Pîr Êzdînê Pîr Nahroz
„ Ev erd xane evd ű beşer bazirgan e hineka mala xwe barkir hineka ji nű ve danî Benîademo hezar salî Temam key Mîratiyę li Şerqę ta Şam key Dumayîkę her dę ji Kasa Mirinę tam key “
(Ji Qewlê Miskino Jaro)
Dengbêjê bi nav û deng, stêrka hunera Çiyayê Bagoke çû ber rehma Xwedê.
Me bi dilekî pir xem û kovan bihîst ku Pîr Êzdînê Pîr Nahroz çû ber rahma Xwedê
Êzîdîyan hunermendekî bi nav û deng û yek ji pîrê êzîdîyan bi rûmet winda kir. Pîr Êzdîn kurê Pîr Nahroz ji malbata pîrê Pîr Al . Roja duşembê 14’ê hezîranê), nexweş ket û çû liser dilovaniya xwe.
Pîr Êzdînê Pîr Nahroz di nava civaka Êzîdîyan de keseki naskirî û gelekî bi rûmet bû. Mala Pîr Nahroz maleke bi nav û deng , nandar, qedr û qimet bû.
Ewî erf û adetên Êzîdatiyê xwedî dikir, zarokên xwe bi ruhê êzdiyatiyê perwerde dikir. Ji bo wê ji ew him ji aliyê malbata xwe û him jî alyê gundiyan û nas-dostan dihate hiskirin. Teva qedrê wî zanibû.
Pîr Êzdîn di sala 1935’an de li gundê Fisqînê hate dinyayê. Di sala 1976 de berê xwe da Almanya wek pênaber bi malbata xwe ve, û li bajarê Giessen, girêdayî wilayeta Hessen, nêzîkî bajarê Frankfurt, dima. Pîr Êzdîn dihat naskirin wek temburvan û dengbêj. Hostayê stranên dîrokî bû.
Rahmetiyê Pîr Êzdîn çû ser dilovaniya xwe, lê em di vê baweriyê de ne kû rahmetî bi tembûra xwe û mûzika xwe her dê di dilê êzidîyan de sax bimîne.
Bila rahma Xwedê Pîr Êzdînê Pîr Nahroz be û serê malbata wî sax be.
Em ji Xwedê û Tawisî Melek hêvî dikin, kû aveke rahmê li dilê malbata wî bike.
Em ser navê Mala êzîdiyan Oldênbûrgê serxweşiyê didne neferê mala wî.
Oldenburg, 19.06.2010
|