NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


 

 

yeziden.de   

Home

Link: Biranin


Daxwenîya Mala Êzdîyan ji bo roja bîranîna Cangorîyan





Wene: Kemal Heraqi

 Di dîroka xweye dûr û dirêj da, ev civaka xwedênas ji bo bawaryê xwe di alîyê dewlet, deshilatdarî û bawariyên hukumdar va tim rastî neheqiyên hişk û qetliyama hatiye.

Cihanê da, dijwer gel yan civakeke usa hebe ku  ewqas ferman, zulm û komkujî dîtibin çiqas êzdiyan...

 

Bi sedan hezaran zarok, kal, pîr, zilam û pîrekên Kurdên êzdî yên bê sûc û gune, bê sebeb wê rê da hatine qetilkirin, bi desê zorê qulibandin e, yan ji bo serê xwe û zaroka xilazkin  cî- werê kal-bavên xwe, milk û malên xwe hîştine, destê zarokê xwe girtine reviyane xerîbiyê. 

Êzdiyan serê xwe, serê ewledê xwe dane oxira êzdîtaya xwe, surra bawarîya xwe. Xwe parastine...

 

Xûn û hêsirê wan evdên bê sûc û gune gerekê neyê ji bîrkirin.

Dîrok gerekê neyê ji bîrakirin, ku bûyar neyên wekilandin...

 

Bi xûna wan dîroka êzdîtiyê hatîye nivîsar, bi cangorî û navê wan ev civaka xwedênas, ev ola Kurdaye kevnar hatiye parastin û heyîtya xwe berdewan dike.

 

Eva çend sale, Mala Êzdiyan  ( Oldênbûrg ) da  roja bîranîna     CANGORIYÊN ÊZiDIYAN tê derbaskirin.

Salên pêşin bîranîn 25 ê Hezîranê dihat pêkanîn..

Ew roj wek rojeke sîmvolîk hatibû hildan.

 

Qetiliyama Şengalê (Girezêr û Şîba Şêx Xidirê) ya 14 tebaxê sala 2007 rastkirin kire nava bijartina rojê. Bi pêşniyara endem, dost û  xêrxazên malê biryar hate sitendin ROJA BÎRANÎNA CANGORIYAN, hersal 14 tebaxê Mala Êzdiyan da bê derbazkirin.

 

Eva çend sale em bangî serokatîya Êzdîyan ya civakî û ruhanî usa ji bingeh û komelê Êzdiyan dikin ku vê rojê hemû Êzdîyên cihanê ra wek  ROJA BÎRANÎNA CANGORIYAN  bê elamkirin.

 

Vê salê, carke din jî em bangî wan dikin, ku dengê me bibihîn.

Komîtêyên rêvabir û rewşenbîrî yên Mala Êzdîyan Oldênbûrg

05.08.2010

 

14 tebaxê em endemên Malê û hemû Êzdiyan, nas û dostê wan vexwendî  bajarê  Oldenbûrgê, Mala Êzdîyan dikin ji bo çalakyên

 

ROJA BÎRANÎNA CANGORIYAN 

Dem: 14.08.2010; sehet 15.00

Adrês: Eidechsenstraße 19

26133 oldenburg

Tel: 0441 485 05 55; 0441 485 50 02

info@yeziden.de

Komîtêyên rêvabir û rewşenbîrî yên Mala Êzdiyan Oldênbûrg 05. 08. 2010






 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -