Home
DAWETNEMA JI BO KONFIRANSÊ ŞÊX FEXRÊ ADIYAN

DAWETNEMA JI BO KONFIRANSÊ ŞÊX FEXRÊ ADIYAN
Ji bo derbasbûna 15 salan li ser demezirandina MALA ÊZÎDIYAN li bajarê Oldenbûrgê (Elmaniya) em konfiransekî zanistî di bin Navê: „Şêx Fexrê Adiyan, hîmdarê dibistana felsefe û edeba Kurdî" de pêk tînin.
Armanca vî Konfiransî ew e, ku edeba berî nehsedsalî, yaku ji aliyê xwedênas, fîlosof û helbestvanên Kurdên Êzdî ve, mîna Pîr Reşê Heyran, Xidirê Zênde, Hesedê al-Tewrî, Şêx Mend, Pisê Cem, Pîr Xidir, Pîr Şeref û taca wan Şêx Fexrê Adiyan li Geliyê Lalişa Nûranî, bi kurmanciya resene xweş hatiye nûjenkirin û hûnandin, bi we hêjayan bidine naskirin. Jiberku heya niha kêm lêkolînî li ser vî mijarî hatiye kirin û jiber giringiya wî ya dîrokî, em dixwazin balkêşiya lêkolînvan, zaniyar û dîroknasên Kurd û Ne-Kurd bînine ser.
Em ji gelê Kurd wisa bi hêvî ne, ku ew çawa li helbestvanên xwe yên gewre mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran xweyî derdikeve wisa jî li Şêx Fexrê Adiyan û hevalbendên wî xweyî derbikeve.
Ev edeb xizneyeke kevnar e, lêxweyîderketina wê dikare dîroka edebiyeta gelê Kurd dused heya bi sêsedsalî bi pêş ve bibe û di nava edebyetzaneyên cihanê de cihekî layîq û bilind bigre.
Ew edeb, heykeleke ji edebiyeta cîhanê yê kevnar e, lê mixabin di bin kelefên nerastiyê, niheqiyê û înkarkirinê de maye veşartî. Ji me rewşenbîran tê xwestin, ku wê toz û dûxana ji ser bidine aliyekî, daku cîhan rastiya wê bibîne.
Semînarvan:
Prof. Dr. Celîlê Celîl (Aûstirya), Dr. Eskerê Boyîk, Dr. Zorabê Bûdî Aloyan, Dr. Tosinê Reşîd (Avistraliya), Dr. Xanna Omerxalî (Rûsiya), Dr. Nûra Cewarî (Avstraliya), nivîskar ûlêkolînvan Pîr Xidir Silêman (Duhok, Herêma Kurdistanê), Bedelê Feqîr Hecî, Îdo Babaşêx (Duhok), Şewqî Şemo Îssa, Xêrî Bozanî (Duhok), Hecî Elo, Kerîm Silêman (Duhok), Resen Hesen Cindî (Duhok), Bavê Azad, Se'îdê Silo (Duhok), Kovan Xankî (Duhok).
Dem:
31. 10, seat 18.00 – 22.00
01.11.2008, seat 11.00 – 19.00
02.11.2008, seat 11.00 – 16.00
Cî:
Yezidisches Forum e.V., Mala Êzîdiyan li Oldenburg
Eidechsenstraße 19
26133 Oldenburg
www.yeziden.de, info@yeziden.de
Fax: 0049 (0)441 4850557
em we vexwendî vî Konfiransî dikin:
„ Şêx Fexrê Adiyan, hîmdarê dibistana felsefe û edeba Kurdî"
Hûn dikarin daxwaza tevlîbûna xwe anjî pîrozbahî û masajên xwe bi rêya van faks û E-mailên jorî bişînin!
Komîta amadekar, 10. 10. 2008 
Buchveröffentlichung: Yezidentum – Religion und Leben

Das Buch ist sofort lieferbar.
Das Yezidentum, obwohl eine der ältesten monotheistischen Religionen der Welt, ist noch relativ unbekannt. Im deutschsprachtigen Raum gibt es lediglich eine Hand voll Bücher zu diesem Thema. Jetzt ist im Verlag Dengê Êzîdiyan ein wichtiges Buch erschienen.
Der Yezide Chaukeddin Issa gibt mit seinem Buch „Yezidentum – Religion und Leben“ einen umfassenden Einblick in die Religion und das Leben der Yeziden - in einer Form, wie sie bisher noch nicht veröffentlicht wurde. Er erklärt die zentralen yezidischen Themen, den theologischen Aufbau, sowie Bräuche und Traditionen. Auch die Lebenssituation der Yeziden in Deutschland wird reflektiert. Ein weiterer Abschnitt enthält Übersetzungen wichtiger religiöser Texte. Sein Buch basiert neben dem Studium der religiösen Texte auf eigenen Kenntnissen und Erfahrungen sowie auf Befragungen yezidischer Gelehrter. Das Werk von Issa ist somit eine wichtige Selbstdarstellung und ein Beitrag zum Verständnis einer noch wenig erforschten Religion.
Chaukeddin Issa, Das Yezidentum - Religion und Leben, Oldenburg (Oldbg) 2007, Verlag Dengê Êzîdiyan, ISBN: 978-3-98107-514-4, 291 Seiten, Einzelpreis: 14,50 Euro, + 3 Euro Versandkosten bei Einzelbestellung. Kontakt: bestellung@yeziden.de 
|