YezidentumNewsGalerienVereineJugendMenschenrechteGästebuchFAQLinksForumKontaktVideos


 

 

yeziden.de   

Home

BÎRANÎNA ZANYARÊ KURD YÊ MEZIN HECÎYÊ CINDÎ (1908 – 1990)




Amadekar: Ilyas Yanc

Cavkani: wikipedia

 

Prof. Heciyê Cindî di sala 1908'a li gundê Amançayîra girêdayî Qersê, li Bakurê Kurdistanê ji malbakteke Kurdên êzîdî jidayîkbûye. Di salên 1918'a de, ji ber komkujî û êrîşên leşkerên tirkan, ew direvin derbasî aliyê Sovyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, lewra jî dikeve Sêwîxaneyê û di wir de jiyana xwe destpêdike. Her wiha jî di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên Kurd yên bê xwedî hebûn, di sêwîxanê de perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Heya sala 1929'a, ew derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê dibe. Di sala 1930'a de, dikeve Fakulteya Êrîvanê ya Fîlologiyê. Wisa jî dibe xwendevanê Kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de tê qebulkirin. Di sala 1932'a de, dest bi berhevkirina meteryalên zargotin û folklora kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930'î de, di Riya Teze de dixebite. Her wiha jî di radyoyê kurdî (ku tenê nûçe diweşandin) de xebitî. Serokê akademiya pedagojiya Kurdî ya li Ermenîstanê bû. Di sala 1938'a de, ji aliyê rêvebirtiya Stalîn ve li gel gelek rewşenbîrên kurd yên dinê, bi tewana ku ajanên dewletên Împeryalîstin, tê girtin û davêjin zindanê. Piştî ku azad bû, dîsa dest bi afrandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend pirtûkên ji zimanên din wergerandin zimanê kurdî, gelek pirtûkên berhevkariyê çapkirin. Di aliyê din de jî, di Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd, di Yekîtiya Nivîskarên Kurd, di Akademiya Kurdzaniyê, di rojname û komîsonên ziman de roleke xwe ya pêşengî leystiye. Ew di aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşkeftî bû. Yekemîn Kurd li Qafqasya ku keçên xwe dişîne dibistanên bilind ewe bû, yekemîn kurdê Qafqasya ku keçên xwe bêyî qelen û li gorî daxwaza wan dizewicîne dîsa ew bû, di nava hemû Kurdên Sovyetê de yê ku herî zêde afrandin û xwedan berheme dîsa ew bû. Prof. Heciyê Cindî, di 1'ê gulana sala 1990'î, çavênxwe ji cîhanê girt û çû ser dilovaniya xwe.

Li pey xwe zêdetirî 110 pirtûk, berhevok û lêkolîn hîştin. Hîn jî gelek berhemênwî hene ku nehatine çapkirin.

Berhem

  • Folkilora kurmanca (tevî Emînê Evdal, 1936)
  • Kilamên kurdî yên gelerî (tevî kompozîtor Karo Zakaryan, 1936)
  • Hikyatên kurdî yên gelerî (1940, bi ermenkî)
  • Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî (lêkolîn û têkst, 1941, bi kurdî û ermenkî)
  • Folklora Kurdî” (1947, bi ermenkî),
  • Şaxên êposa Koroxlîyê kurdi (lêkolîn û têkst, 1953, bi ermenkî)
  • Memê û Zînê (lêkolîn û têkst, 1956, bi ermenkî)
  • Folkilora kurdî (1957),
  • Beyt-serhatiyê kurdi (1962, bi wergera ser rûsî ya bi destî nivîskar û zanyarên cuda-cuda, bi amadakirin û pêşgotina Hecîyê Cindî, Moskova),
  • Kilamê cimeta kurdaye lîrîkiyê (1975)
  • Şaxên êposa “Rostemê Zalê kurdi (tekst û lêkolîn, cilda 1’ê, 1977),
  • Şeş cildên “Hikyatên cimeta kurda”,
  • *Ûsiv û Zelîxe (lêkolîn û tekst, 2003),
  • “Dimdim”, lêkolîn û têkst (Yêrêvan, sala 2005 û Êrbîl, sala 2007),

“Şaxên êposa “Rostemê zale kurdî”,( cilda nû, ya 2-a, Duhok, sala 2006) û hwd


Buchveröffentlichung: Yezidentum – Religion und Leben




Das Buch ist sofort lieferbar.

Das Yezidentum, obwohl eine der ältesten monotheistischen Religionen der Welt, ist noch relativ unbekannt. Im deutschsprachtigen Raum gibt es lediglich eine Hand voll Bücher zu diesem Thema. Jetzt ist im Verlag Dengê Êzîdiyan ein wichtiges Buch erschienen.

 

Der Yezide Chaukeddin Issa gibt mit seinem Buch „Yezidentum – Religion und Leben“ einen umfassenden Einblick in die Religion und das Leben der Yeziden - in einer Form, wie sie bisher noch nicht veröffentlicht wurde. Er erklärt die zentralen yezidischen Themen, den theologischen Aufbau, sowie Bräuche und Traditionen. Auch die Lebenssituation der Yeziden in Deutschland wird reflektiert. Ein weiterer Abschnitt enthält Übersetzungen wichtiger religiöser Texte. Sein Buch basiert neben dem Studium der religiösen Texte auf eigenen Kenntnissen und Erfahrungen sowie auf Befragungen yezidischer Gelehrter. Das Werk von Issa ist somit eine wichtige Selbstdarstellung und ein Beitrag zum Verständnis einer noch wenig erforschten Religion.

 

Chaukeddin Issa, Das Yezidentum - Religion und Leben, Oldenburg (Oldbg) 2007, Verlag Dengê Êzîdiyan, ISBN: 978-3-98107-514-4, 291 Seiten, Einzelpreis: 14,50 Euro, + 3 Euro Versandkosten bei Einzelbestellung. Kontakt: bestellung@yeziden.de


 

    - top -