YezidentumNewsGalerienVereineJugendMenschenrechteGästebuchFAQLinksForumKontaktVideos


 

 

yeziden.de   

Home

ROJA BÎRANÎNA CANGORYAN



ROJA BÎRANÎNA CANGORYAN

17 ê Tebaxê, Nîvro, MALA ÊZÎDIYAN ya bajarê Oldênbûrgê tije meriv bûn. Wê rojê ji alyê Navenda Şêwirdariya Êzdiyan li Elmanyaye roja bîranîna cangoryên Êzdiyan yê fermanan û şehîdên komkujya gundên Şengalê Girezêr û Sîba Şêx Xidirê dihate derbaskirin Salon û sivderên MALÊ bi heznî hatibûn xemilandin. Her alya dengê bilûrê û miqamên melûl dihatin.

Sehet 13.00 an li goristana Êzdiyan ya bajêr kulîlk danîne li ser mexberan. Qewlbêj Merwan qewl got. Paşê salona malê da dest bi mêrasîma bîranînê bû. Mîrê Ezdîxanê Tesîn Beg axavtineke pir barkêş û bi naverok kir. Li ser navê Navenda Şêwrdarya Êzdiyan pêşda hat serokê wê Têlîm Tolan. Bedelê Feqîr Hecî ji dîroka fermana axavtineke hewaskar pêşkêş kir.

Helbestvanê hiskirî Xebat Şakir û helbestvan Diyar Qaidy…. helbestên xweye li ser bûyerên komkujya Şengalê xwendin.Nivîskar Eskerê Boyîk pêşnyar li Parlamênta Herema Kurdistanê, Mîrê Ezdîxanê û Meclîsa Êzdiyaye ruhanî kir ku 14 Tebaxê, wek roja bîranîna cangoryên Êzdiyan seva hemû Êzdiyên cihanê bikine rojeke resmî, ku wê rojê Lalîşa Nûranî girtî heta her cîyê Êzdî lê dijîn, hersal bê pêkanîn.Dewyê da xêr hate dayîn. Rêvabirya Roja bîranînê bi serketin derbas kir Kazim Oba, endemê Komîtêya rêvabir ya Mala Êzdiyan.


Komîtêya rewşenbîrî ya mala Êzdiyan (Oldenburg)


Wêne: Ilyas Yanc

















 

ŞIKOYÊ HESEN[1]


Bedil bei Gülistan Perwer Show


Gründung der Deutsch-Irakischen Juristenvereinigung e.V.


Serê kê li nav şerrê kê?


Şingala min


400 xaniyên nû bi ser ziyanlêketiyên teqîna terorîstî ya li Şengalê de hatin dabeşkirin


Diya hunermend Zubêr salih koça dawî kir


Die Eziden im Siegerland gedenken der terroristischen Angriffe auf die von Eziden bewohnten Städte im Nord des Irak.

Awaza Girizêr


Einladung - Podiumsdiskussion mit dem Fürsten von Ezidxan


Terroropfer von Shingal weltweit weitgehend »übersehen«


Masaj ji KOMKARÊ Ji bo amadekarên „Seva Bîranîna Cangoriyê Êzdiyan“


GAVA EM ŞEHÎDÊN KOMKUJÎ Û FERMANAN BI TIFAQÎ, DÎPLOMASÎ Û LOBIYAN BI BÎRNEYNIN, EWÊ BÊNE JI BÎRKIRIN


Die Yeziden bleiben neben den Christen und den Mandäern die am stärksten gefährdeten Iraker


Nivîsgeha Karûbarê Êzdiyan di salvegera qetlîama Şengalê de beyanameyek belav kir

 

    - top -