Kurdî
Hûn bi xêr hatin malpera Dengê Êzîdiyan!

Hûn bi xêr û xweşî hatin li gel mirovên ku bihîstin û înformasiyonan liser ola Êzîdîtiyê diweşînin ya ku yek ji wan olên cihanê kevnar e.
Em zanîn ji çand, dîrok, ol û nûçeyên nû bi zimanê inglîzî, kurdî û almanî ji we re pêşkeşdikin û diweşînin. Em bêalî û bi partiyan ve ne girêdayî ne.
Armanca Dengê Êzîdiyan-Homepage jî zelalkirina tiyolocî û giranbihabûna çand û naveroka vê ola kurdan.
Dengê Êzîdiyan, Kovara Êzîdiyan ya yekemîne li dervey welat, cara pêşîn di 1993 de derket. Têm û gotarên DÊ û naveroka wê bi zimanê Kurdî, englîzî, almanî, erebî û tirkî têne nivîsîn.
Dîtineke şaş li cem geleka hebû, ku Êzîdî bi dizî ol, rê û rêbaz û irf û edetên xwe bi cî tînin. Di weşandina DÊ û çend weşanên Êzîdiyan di vî 20 salê borî de hate xuyakirin, ku ev tişt ne rast e. Niha û di vê demê de û li Diyasporayê hindek serbestî çê buye û tirs ji ser wan çuye, lewma em bi şêweyekî vekirî û diyar li ser ola xwe û bi zimanê dayîke xwe yê şêrîn dinivîsin. Tiştekî diyar e, ku pêşvebirina lîteratûra Êzîdiyatiyê ji bo parastina Îdentîtêta Êzîdiyan di civaka modern de şertên bingehîn e.
Kovara me berî hemû tiştî kovareke serbixwe ye û bi tu rêxistinan ve ne girêdayî ye. Deryê marîfet, nasîn û zanînê ji her mirovî re û di her demê de vekiriye. Ew hatiye avakirin bitenê ji bo ol, çand û zimanê gelê me yê kevnar û dêrîn. Weşandina vê kovarê dermanê pir nexweşiyên Êzîdiyan bû. Li derveyî welat, ji gund û zivingan dûr pêwîst bû, çarek ji bo newindabûna nifşên nû bê kirin. Rewş bi şêweyekî din hew dihate meşandin. Em mecbûr bûn, çarekê, inisiyatîvekê û elter-netîvekê bibînin. Nexwe na em ber bi hundabûnê ve diçin û tu kes nikare vî tiştî rawestîne. Kovara DÊ ji terefên rewşenbîrên Êzîdiyan ve wek meydana zanyariyê tê bi kar anîn. DÊ rê xweş dike, ku zanistiya li ser Êzîdatiyê bi derûdoreke xwendevanên firetir bide naskirin. DÊ ne tenê bi Êzîdiyan bi xwe re dipeyîve, lê ew bi kesên ji bo ol û çand hewasdar in jî dipeyîve. Armanc û mebestên din jî ew bûn, ku yek bawerî, yek dîtin li ser ola Êzîdîtiyê bê damezrandin. DÊ meydaneke tije aştî, bratî û cîrantî ye. DÊ di navbera olan de îmkaneke hevpeyvînê ye jî. Bi reya kovarê xwendevan dikarin ola Êzîdiyan ji nêz ve nasbikin û çavê xwe li nava civaka Êzîdiyan bigerînin. Kar û barên DÊ çend rewşenbîrên Êzîdiyan pêk-tînin. Hindek ji wan lêkolînvan in, hindek nivîskar in û hindek jî ilimdarê ola Êzîdîtiyê ne.

|