NewsYezidentumVereineZentralratJugendFrauenMenschenrechteFAQLinksForumBilderPublikationenKontakt


Qewlê Dayik û Baba

Qewlê Silavêt Cara

Qewlê Sherfedîn

Qewlê hezar û yek nava

Qewlê erd û esman

Qewlê Xwedanan

Qewlê Shêxûbekir

Qewlê Tawisî Melek

Qewlê silavên Melik Fexredîn

Qewlê Sheqserî

Qewlê Melik Shêxsin

Qewlê Birayîm Pêxember

Qewlê Derwês Adem

Afirandina kinyatê

Qewlê afirandina dinyayê

Qewlê çi sibeyek tarî ye

Qewlê Melik Şêxsin

Qewlê seremergê

Qewlê Hevsarî

Qewlê Îmanê bi cî nîşane

Qewlê Hesedê Al-Tewrî

Qewlê Padşay

Qewlê slavêt melikê Kirîm

Qewlê Gay û Masî

Qewlê Mizgînîyê

Qewlê behra

Qewlê Xafilê Bênasîn

Qewlê mala bava

Qewlê Şêşimis

Qewlê Miskîno jaro

Qewlê Qiyametê

Qewlê Şêxadî û Mêra

Qewlê Pîr Dawid

Qewlê Pîr Şeref

Qewlê Zebûnî Meksûr

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê mişetê

Qewlê Qedîbilban

Qewlê hemedê Babê

Qewlê Qendîla

Qewlê Sitîya Ês

Qewlê Xudanê Malê

Qewlê Şerfedîn

Qewlê Şêxê Hesenî Siltan e

QEWLÊ ŞÊX Û AQÛB

Qewla Biskê

Qewlên Êzdiyan li ser Hellac

Qewlê Axretê

Jandila Sêx Sin

Jandila Sêwran

Jandila Sêsims

Jandila Rebiyê

Qewlê Lawikê Pîrano

 

 

yeziden.de Qewlê Mîr Birahîm   

Qewlê Mîr Birahîm

Qewlê Mîr Birahîm


Bi qudireta xefûre
Pêşinek hatibû ji jore
Xasê Xwedê bûn mîr Birahîm pê nedibû bacûra
Bi qudireta rehimanî Pêşinek hat ji banî
Ew xasê Xwedê bûn mîr Birahîm pê nedizanî
Bi qudireta êkî faxir e Mîrek ji wan xwe lê dahir dikir e
Birhîmo me li ser qesra te hinda kir hêştir e
Mîr Birhîm wê we dibêjê ye Kes nema kes nediye
Meskenê hêştira çole û beriye
Çî Hêştira pirç sipîye Mîrek ji wan dibêjîye
Kes nema kes nedîye
Pisê Derwêş be razête nav li hêfan û balgêye
Birhîmo tu yî mestî tu yî gêjî Mîrî ji Lalişê em hinartine bo te bêjî
Pisê Derwêşa be razê qesirê rijêjî
Mîr Birhîmo em hatine bêjîne te ye Qesid ke Lalişê li ber ke xerqe ye
Ew li basê babê te ye
Mîr Birhîm wê diçîye Wê ji mala xwe pirsîye
Dayê babê min kîye
Maka pir kerem e Pisê mino ez vê cewabê bite bidem e
Tiştê min jê zanî babê te Derwêş Adem e
Mîr Birhîm wê we debêjîye Wê ji maka xwe di pirsîye
Mesikenê babê min li ku dibîye
Maka Birhîm wê we dibêjîye Meskenê babê te merz behirê sipîye
Mîriya Birhîm ye jîre Nesîheta makê kirbû ji bîr e
Borê xwe siwarbû çû nêçîre
Dabuye devê kivanî tîr e Pêşberbû asikek bi şîr e
Birîmo tu Xwedê xwe neke ji bîr e
Lalişê tu li ser heft babay feqîre
Birhîmo tuy perêsî Tu ji Xwedê xwe natirsî
Dê vê tîrê li min kêşî
Lalişê li ser heft baba tuy Derwêşî
Xezalê dibêje: Birhîmo ez sê kara şîr dideme
Li beriya jêrî xudan dikeme
Ez ji ber seyadê mîra newêrim li gel xwe bibeme
Sê kara şîr dêr im Beriya jêrî vedişêr im
Ji ber seyadê mîra newêr im li gel xwe bigêr im
Hey Birahîmo yî Ademe Tu bi hêle ez her sê karêt xwe şîrdeme
Paşî qirar be ez nêçîra teme
Gava Askê cewab da ye Mîr Birhîm Kivanê xwe Şikêna ye
Borê xwe berda ye
Girte ber xwe berî û çiya ye
Mîr Birhîm wê di çiye Şivano tu bi Xwedê key îlahiye
Dê bêjiye min rastiye
Ka ev peze pezê kê dibiye
Şivan wê we dibêjiye Dê bêjime te rastiye
Eve pezê mîr Birîm bixwe dibiye
Ez jî beniyekim ji benyê wîye
Şivano ez mîr Birhîm bixwe me Dê vî pezî û vî çoxî bi te deme
Min bi çoxê te heye tema
Şivan di bêje Min çoxê te nevê ye
Hemû ji ked û xwîna xelkê ye
Xwedê bikim ne behir tê hebe ne hevrê ye
Şivano çoxê min merweze Bote sed salî bese
Min temay di çoxê te heye herwese
Şivan wê we dibêje çoxê te yî hişk e Tijî mar û dûpişk e
Xwedê bikim ne bar tê hebe ne pişk e
Şivano çoxê min çil tûman e Xiraca misrê û heft salan e
Hemû cara livayek ji yê berxan e
Şivanî agirek jenîye Hindek çoxê Mîr Birhîm nav danîye
Mar û dûpişka girtine berxo berî û zevîye
Şivanî agirek hilkire Hindek kepenekê xwe bi nav dikire
Buye nûreke kesik çû erşêt faxire
Birhîmo wê di êsiyê wekî çira
Şivanî agirekî dî dada ye Hindek çoxê Mîr Birhîm li nav dana ye
Mar û dûpişka girtine ber xwe berî û çiya ye
Şivanî agirekî dî di jenîye Hidek kepenekê xwe linav danaye
Buye nûreke kesik ço erşê êliye
Şivanî got: Heft salî temame Ez li ber vî pezî dimame
Çipkek şîr min nekiribû tame
Min zanî li axretê bo min yî herame
Heft sele bi hejmare Min li ber vî pezî kêşabû azare
Min zanî li axretê bo min yî mirare
Mîr Birahîm qîrek radihişte Kasa nema kasa nekuşte
Mîr Birahîm xasbû di nav xasên Xwedê de geşte


 

Neufassung- Yeziden aus der Türkei wieder in Gefahr! Bundesverwaltungsgericht erklärt Bleiberecht von 1990 für ungültig

Zelîmxan Mûsoêv bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî


Kezî, wateya xweşikî, bedewî û pîroziya jina kurd e


Bîranîna rahmetiyê Feqir Dino


P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir


Merasîma bîranîna Cangoriyê Êzîdiyan

Jahrestag des verheerenden Attentats auf Sinjar (14.08.2007)


Beyta Şerfedin


Dr.Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak û ola Êzidîyan di axive


Helbest- Lalish Nurani


Festîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.


Eskerê Boyîk; “Hatina min ya vê derê xewn bû”


jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin


Cile Havine -Fest sei gesegnet


E’yda Çilê havînê pîroz be!


 

    - top -